Bêyî ÇED'ê wê li Çiyayê Sofê yê Dîlokê 4 kanên keviran vekin

img
DÎLOK – Li Çiyayê Sofê yê Dilokê bêyî rapora ÇED'ê wê 4 kanên keviran vekin. Berê jî ji bo 5 kanên keviran destûr hatibû dayîn. 
 
Çiyaşê Sofê yê Dîlokê ku wekî kezeba bajar a oksîjenê ye, ji bo pêdiviyên kevir û xîzê wê 4 kanên keviran ên bê destûra ÇED'ê vekin. Li Çiyayê Sofê ku heta niha 5 kanen keviran hatine vekirin û ruhset setine, 4 kanên din li wan zêde dibin. Ajansa Mezopotamya (MA) di 9'ê Tebaxe deli ser krîterên Çiyayê Sofrê nûçe çêkiribû û gotibû, Kezeba Dîlokê Çiyayê Sofê tê qirêjkirin. Niha hem tê qirêjkirin û hem jî 4 kanên keviran ên nû lê tên zêdekirin. 
 
Welatiyên lie Gundê Boyno, Tellük, Alici, Durnalık, Araptar û Fellioglu dijin, diyar kirin ku ev kanên bê rûhsat û bê destûra ÇED'ê tên vekirin li aliyekî xwezayê talan dike û li aliyê din li dijî qanûn û pîvanan kanên keviran vidikin. 
 
Şîrketên Harfiyatê ya Tekpolat, Madenvaniya Hasan Can û Levent Ozdîl ku destûra rûhsatê girtin, pêdivî bi rapora Nirxandina Bandora li ser Derdorê (ÇED) nedîtin. Kanên ku li Çiyayê Sofê bên avakirin wê zerarek mezin bidin hewa û xwezaya Dîlokê.