Waliyê Êlihê 18 roj şûnde hişyar kir

img
ÊLIH - Waliye Êlihê, têkildarî avgirtina Bendava Ilisû ya Heskifê di bin avê de bihêle, piştî di 18'ê Tîrmehê de av kirin gol, 18 roj şûnde hişyarî kir û xwest welatiyên li herêmê li can û malên xwe baldar bin. 
 
Demek dirêj e li gel hemû bertekên civakê hikûmeta AKP'ê bêyî daxwaz û rexneyên saziyên civakî li ber çavan bigire dîwar, war û berhemên dîrokî yên li Heskifê xera dike û li ser çemê Ilisû ku Heskifê di bin avê de bihêle bendavan ava dike. Niha jî ji bo Warê dîrokî yê 12 hezar salan di bin avê de bihêle li ser çemê Ilisû dest bi testên avgirtinê yê Bendava Ilısû kirin. Piştî di 18'ê Tîrmehê de pêşiya avê girtin, gelek cih û warên ku nizm û di hîzaya avê de ne di bin avê de man. Rêyên hin gundên ku di kevin ser sînorê Sêrtê jî di bin avê de man. 
 
WALÎ 18 ROJ ŞÛNDE HIŞYAR KIR
 
Walîtiya Êlihê piştî gelek cih û war û rêyên gundan di bin avê de man, 18 roj şûnde hişyariyek parve kir. Walî Bendava Ilisû ku dîrok û çandê di bin avê de dihêle û hemû axa bi beretek di bin avê de dimîne wekî duyemîn bendava mezin a Tirkiye pênase kir û pesn li ser pesn da. Walîtiyê welati hişyar kir û xwest welatiyên li der û dorê bendavê dijîn li can û malên xwe baldar bin.