Xwezaparêz meşiyan qada madenê: Bila Çiyayê Kazê nebin çiyayê rantê

img
BALIKKESÎR - Bi sedan kes piştî biryara Lijneya Koordinasyona Nobeta Av û Wîcdanê ya “Çalakiya bê çadir" meşiyan qada madenê. Bi sedan kesên meşiyan li qada madenê bi awayekî sembolîk fîdan çandin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Tunç Soyer bertekên xwe anîn ziman û got: "Bila Çiyayê Kaz nebin çiyayê rantê. Emê heta dawî li dijî vê yekê têbikoşin." 
 
Çalakiyên li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê berdewam dike. Bi sedan xwezaparêz ji 26'ê Tîrmehê de li Çiyayê Kazê nobetê digirin û dixwazin talankirina çiya bi dawî bibe. Şîrketa herêmî ya Madenvaniya Bîga ya Rojhilat ku girêdayî Alamos Gold a Navenda wê li Kanada ye, li Gundê Kirazli yê Çanakkaleyê xebatên înşaeta madenê berdewam dike. Maddeya suyanir ku ji zikê axê derxin piştî tev li avê bibe wê gelek zindiyên li ser ruyê erdê bikuje. Wê tenduristiya mirovan jî têxe talûkeyek mezin. Li aliyê din bendava Atikhisarê ku di bin ava siyanurê de bimîne jiyanê dixe talûkeyê. Li dijî xebatên şîrketê û lêgerîna suyanur, çalakî û nobeta ekolojîstan jî didome.  Parazvanên jiyanê li Çiyayê Kazê nobetê digirin û hewl didin ku rê li pêş vê înşaetê bigirin. Nobeta parazvanên jiyanê ku di 26'ê Tîrmehê de dest pê kiriye 16 rojin didome. Her diçe tevlêbûna nobetê zêde dibe. Bi sedan kes piştî biryara Lijneya Koordinasyona Nobeta Av û Wîcdanê ya “Çalakiya bê çadir" meşiyan qada madenê. Bi sedan kesên meşiyan li qada madenê bi awayekî sembolîk fîdan çandin. Girsê di meşê de pankartên “Jiyan bawerî û têkoşîn e, Bila çiyayê Kazê tune nebin." “Bila çiyayê Kazê nebin çiyayê Rantê" û “Darek bi xwe her dem ji wêneyê xwe xweşiktir e." vekirin û nêzî 2 kilometre meşiyan. Bi sedan xwezaparêz li qada madenê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. 
 
Endama Lijneya Koordînasyona Nobeta Av û Wîcdan Pinar Bîlîr Akkuş, der barê qada madenê de agahî dan û xwest şîrket dawî li vê xebatê bîne. Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Tunç Soyer jî bertekên xwe anîn ziman û got: "Bila Çiyayê Kaz nebin çiyayê rantê. Emê heta dawî li dijî vê yekê têbikoşin." 
 
Girsê piştre bi awayekî sembolîk li vir şitlên daran çandin.
 
MA / Zemo Aggoz – Esra Solin Dal