‘Heskîf û Çiyayê Kazê nefesa mirovan e'

img
STENBOL - Endamê Koordinasyona Înîsiyatifa Heskifê Abdulhakim Daş, diyar kir ku qedera Heskîfê û Çiyayê Kaz yek e û wiha got: "Divê ji bo Heskifê û Çiyayê Kaz tora têkoşîna hevpar bê avakirin. 
 
Li aliyekî bi çêkirina Bendava Ilısû warê dîrokî û çandî Heskif di bin avê de dimîne. Piştî Heskif di bin avê de bimîne, çand, dîrok û şopa mirovahiyê yıa 12 hezar sal di bin avê de bimine. Dîsa wê gelek gund, bax, bistan, nebat di bin çavê de bimînin. Wê şûnwar û lûsa gelek çûk û sewalan di bin avê de bimîne. Li aliyê din şîrketên bazirganiyê yên li zêr digerin li Çiyayê Kaz daristanê talan û wêran dikin. Heta niha nêzî 200 hezar dar birîn û daristan talan kirin. Bi sed hezaran çûk koçber bûn. Çalakiya Nobetê ya Meclîsa Ciwanan û Jinan ên HDP'ê li dijî talankirina heskifê dest bi nobetê kirine. Çalakî rastî astengiyên polîs û eskeran tê û esker destûr nadin ku jin û ciwan çalakî li dar bixin. 
 
Endamê Koordinasyona Înîsiyatifa Heskifê yê Stenbolê Abdulhakim Daş, bal kişand ser rewşa Heskîfê û Çiyayê Kaz û xwest her kes li dijî talankirinê tora têkoşîna hevpar bê avakirin.  Daş, anî ziman ku tişta li Heskifê û Çiyayê Kazê pêk tê ji aliyê heman polîtika û hişmendiyê ve pêş dikeve û xwest her kes li nirxên dirokî, çandî û xwezayî xwedî derkevin. Dag, anî ziman ku ger Heskif dîroka mirovahiyê ya qedim be, Çiyayê Kaz jî nefesa mirovahiyê ye. 
 
Dag, da zanîn ku Heskif ji bo dîroka mirovahiyê gelek girîng e û Çiyayê Kaz jî ji bo pêşeroja mirovahiyê pir girîng e û nefesa mirovahiyê ye. Daş, da zanin ku ji bo xweza û dîroka bûye mirateya mirovahiyê ya Heskifê biparêzin û rizgar bikin nêzî 2 meh berê Koordînasyona Heskifê ya Stenbol ava kirine û wiha got: "Ji roja me koordinasyon ava kir û şûnde ji bo her kes li dijî Heskifê hestiyar tev bigerin, em xebatên cuda dikin. Em bawer dikin ku piçek be jî hişyariyek çê bûye. Ji ber ku Heskef ji bo dîroka mirovahiyê pir girîng e. Divê teqez bê parastin. Ji bo vê yekê ji bêtir pêdivî bi têkoşînê heye. Bendava Ilısû heta niha gelek zerar da dîrok, xweza û berhemên Heskifê."  
 
'BINÇAVKIRINA CIWANAN NAYÊ QEBÛLKIRIN' 
 
Dag, binçavkirina endamên Meclisa Ciwanan û Jinan a HDP'ê jî rexne kir û wiha got: "Binçavkirina endamên meclîsa ciwan û jinan a HDP'ê nayê qebûlkirin. Em wekî Endamên Koordînasyona Heskifê ya Stenbolê binçavkirinan qebûl nakin. Ciwanan çalakiyek demokratîk li dar xistine. Divê her kes li çalakiya ciwaan xwedî derkevin. Ev hewldana ciwanan pir girîng e. Ev mijara Heskifê hemû mirovahiyê eleqeder dike. Divê her kes li vir xwedî derkevin." 
 
'QEDERA HESKÎF Û ÇIYAYÊ KAZ YEK E' 
 
Dag, destnîşan kir ku qedera Heskifê û Çiyayê Dag yek e û wiha bi dawî kir: "Mixabin Heskif bi qasî Çiyayê Kaz nebû rojev. Lê qedera Heskif û Çiyayê Kaz yek e. Li gel OHAL bi dawî bûye jî hêj çalakiyên li Heskifê qedexe dikin. Sedema ku girseya li Çiyayê Kazê zêde û li Heskifê tune ye jî ev e. Qedera Heskifê û Çiyayê Kaz ê yek e. Divê hemû xwezaparêz û parazvanên der û dorê ji bo Heskif û Çiyayê Kazê bibin yek û têkoşîna pevpar xurt û mezin bikin. Em wekî Koordinasyonê dê li Stenbolê çalakiyên ji bo Heskifê berdewam bikin." 
 
MA / Nacî Kaya