‘Dê nikaribin biratiya Çiyayê Kazê û Heskîfê asteng bikin’

img
STENBOL – Meclîsa Demokrasiyê ya Kadikoyê da zanîn ku dijminên xwezayê dê nikaribin biratiya ji Çiyayên Kazê heta Heskîfê asteng bikin û pêwîste li dijî hêrsa kar a kapîtalîzmê têkoşîna giştî bê kirin.
 
Meclîsa Demokrasiyê ya Kadikoyê li ber Opera Sureya kom bû û talankirina li Çiyayê Kazê şermezar kir. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankart vekirin. Endama Meclîsê Fîdan Uredî diyar kir ku tevdana dijminên xwezayê dixwaze biratiya ji Çiyayên Kazê heta Heskîfê asteng bike lê ew ê destûrê nedin vê yekê û got: “Heke li dijî hêrsa kar a kapîtîlazmê em nebin yek û têkoşînek giştî nîşan nedin, dê serkeftin pêk neyê. Em ê bi têkoşîna giştî destûrê nedin talankirina xwezayê. Têkoşîna ji bo xwezayê parçeyek têkoşîna demokrasiyê ye.”