Peykê mezinahiya dîmenên şewata Heskîfê da nîşandan

img

ÊLIH - Hewldana Jiyandana Heskîfê, dîmenên ji peykê yên şewata bi guman a li Keleha Heskîfê weşand. Hewldanê daxwaza lêkolîneke serbixwe kir.

Navçeya Heskîfê ya xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye, dixwazin bi Bendava Ilisû yê di bin avê de bihêlin û dîroka wê bê tunekirin. Di 21'ê tîrmehê şewat bi derdora Keleha Heskîfê ya kevnare ketibû. Rewşa şewatê ya bi dîmenên ji peykê hatî weşandin her tiştî radixe ber çavan.
 
Di wêneyan de ku 3’ê Tebaxê ji aliyê Hewldana Jiyandana Heskîfê ve li ser hesabê Twîtterê hat weşandin û daxuyanî da. Tevî ku çend hefte li ser şewatê re derbas bûye jî şopên şewatê xuya dike. Di wêneyên peykê de herêma şewitiye bi rengê reş dide nîşandan ku li her derê kelehê şewat derketiye.
 
Hewldanê têkildarî wêneyan nêrînên xwe parve kir û wiha got: “Gir bixwe, li ser wê Mizgefta Eyyûbî, herêma dîrokî ya goristanê û herî kêm bi dehan şkeftên dîrokî zirar dîtiye. Ji bo zanîna rewşa zirarê divê li cihê wê lêkolîneke bi bawer pêk were. Em texmîn dikin ku weke ekolojî bi hezaran zindî ji şewatê bandor bûne. Herêma şewatê ku cihê hêlîna çûkên cuda ne û rîsk heye kû neslê hinek cûreyên çûkan biqede.
 
Ji ber vê sedemê divê hê bêhtir li cem Walîtiya Êlihê û Wezareta Karê Navxweyî daxwaz werin ragihandin. Em Hewldana Ji Nû ve Avakirina Heskîfê bang li hemû sazî û rêxistinan dikin ku li herêmê ji bo lêkolîneke xweser bikevin nava hewldanên pêwîst.”
 
Şaxa Odeya Endezyorên Makînê ya Êlihê jî beriya niha têkildarî şewatê daxuyanî dabû û ragihandibû ku mudaxeleya ji bo şewatê kêm bû û berpisyaran wezîfeyha xwe pêk ne anîne.