‘Bi bendava Ilısu xwezaya te wêran dibe'

img
STENBOL - Koordinasyona Heskifê bang li hunermend, rewşenbir, parazvanên xweza û jiyanê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan kir û got: “Bi bendava Ilisû û projeya HES'ê xwezaya te wêran û talan dibe. Li xweza û çanda xwe xwedî derkevin." 
 
Koordinasyona Heskifê ya Êlihê, têkildarî geşedanên li Heskefê û Geliyê Dicleyê pêş dikeve daxuyaniyek nivîskî da. Koordînasyonê diyar kir ku bi vê projeyê bi milyonan zindî di bin gefêt tunebûnê de ne û wiha got: "Di 20-22'ê Tîrmehê de bêyî daxuyanî bidin deriyên bendavê girtin. Bi vê yekê golên bendavê her roj mezin dibin. Dema dîmenên 19, 24 û 29'ê Tîrmehê yên hewa tên temaşekirin. daxuyaniyên fermî derew derdixe û nîşan dide ku her der di bin avê de dimîne. 300 gir di bin avê de dimînin.  Em bang li hemû hunermend, rewşenbir, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên ciwan û jinan dikin ku li xwezaya xwe xwedî derkeve. Ev xwezaya wêran û talan dibe xwezaya we ye. Li xwezaya xwe xwedî derkevin."