Li Çiyayê Kaz ji bo zêr pêşeroja zarokan tune dikin'

img
ÇANAKKALE - Li kontarên Çiyayê Kaz, lêgerîna şîrketên bazirganiyê ya zêrê bi sîyanur, tevî hemû bertek û nerazibûnên gelê herêmê didome. Nobeta parazvanên xwezayê ya qadên jiyanê jî bi biryar li dijî talankirina xwezayê didome. Parlamenterê CHP'ê Muharrem Erkek, diyar kir ku ji bo zêr pêşeroja zarokan tune dikin.
 
Lêgerîna şîrketên bazirganiyê ya zêrê bi sîyanur a li kontara Çiyayê Kaz tevî hemû bertekên civakê didome. Şîrketa herêmî ya Madenvaniya Bîga ya Rojhilat ku girêdayî Alamos Gold a Navenda wê li Kanada ye, li Gundê Kirazli yê Çanakkaleyê dest bi înşaeta madenê kir û lêgerîna zêrê bi sîyanûr berdewam dike. Şirket ji bo qada madenê bê  vekirin xebatên xwe didomîne. Ger ku qada madenê bi temamî têkeve meriyetê wê li herêmê nêzî 200 hezar dar bên birîn. Wê nêzî 5 hezar û 200 ton teqemenî bê teqandin. Ekolojîst diyar kirin ku bi vê înşaetê wê hemû girê Balabanê tune bibe. Maddeya suyanir ku ji zikê axê derxin piştî te li avê bibe wê gelek zindiyên li ser ruyê erdê tune bike. Dîsa zê tenduristiya mirovan jî têxe bin talûkeyek mezin. Li aliyê din bendava Atikhisarê ku di bin ava siyanurê de bimîne jiyanê dixe talûkeyê. Li dijî xebatên şîrketê û lêgerîna suyanur, çalakî û nobeta ekolojîstan jî didome. 
Parazvanên jiyanê li Çiqayê Kazê nobetê digirin û hewl didin ku rê li pêş vê înşaetê bigirin. Nobeta parazvanên jiyanê bi rojan e û her ku diçe tevlêbûna nobetê zêde dibe. Bertek û nerazibûna ekolojîst, parazvanên jiyanê û civakê her ku diçe zêde dibe. 
 
'HEVSENGIYA XWEZAYÊ WÊ TUNE BIBE'
 
Parlamenterê CHP'ê yê Çanakkaleyê Muharrem Erkek, diyar kir ku bi lêgerîna zêrê bi siyanur xweza talan dibe û wiha got: "Ev lêgerîn zerarek pir mezin dide xweza û pêşeroja civakê. Çiyayê Kaz çavkaniya oksîjenê ya herî girîng a cîhanê ye. Disa çavkaniya ava herî paqij e. Qadek pir dewlemend a ku berhemên çandiniyê lê tê çandin e. Hemû axa bi bereket a Çanakkale û Balikesirê bi ava Çiyayê Kazê xwe xwetî dike. Bi vê lêgerîna şîrketê hemû çavkaniyên jiyanê dikevin bin talûkeyê. Niha li Çiyayê Kazê bi hesaran dar tên jêkirin. Rûbar û çavkaniyên rûbaran bi axê tijî dikin. Hevsengiya xwezayê xera dikin û tune dikin. Kê biryara vê yekê daye çima daye û çawa daye? Xwediyê îktîdarê mixabin di nava îxanetê de ne. Şîrketên zêr destûr dane lêgerîna zêrê bi sîyanur. Ev kesên destûr dane wê rojekê teqes hesab bidin. Çiyayê Kaz bi hezar salan e xizmetê dide mirovahiyê. Lê niha bi vê xebatê tune dikin. Ji bo zêr çi qimeta wê heye em xweza û jiyanê talan û wêran bikin. Em bi destê xwe pêşeroja zarokên xwe tune dikin. 
 
200 HEZAR DAR BIRÎNE
 
Erkek, bertek nîşanî daxuyaniyên fîrmayên taşaron a "Ne 200 hezar dar, 13 hezar dar birîne" da û wiha got: "Li vir endezyarên daristanê yên TEMA'yê bi xwe ev yek tespît kirine ku 200 hezar dar hatine birîn. Yekîneyê Pispor ê TEMA tespît kiriye ku li vir 200 hezar dar hatine birîn."
 
Şaredarê Çanakkaleyê Ulger Gokhan jî ziman ku tekoşina dest pê kiriye wê mezin bikin û wiha got: "Ji bo em rê li pêş vê talankirina xwezayê bigirin çi ji destê me bê emê bikin. Çalakî wê mezin bibe. Em ê hunermendan dawetî Çanakkale bikin. Emê çalakiya li vir mayinde bikin. Ev ax ne tenê ya me ye. Ya hemû tirkiye ye. Ev dewlemendiya me tevan e. Em ê heta dawî têkoşina xwe berdewam bikin."
 
Rêveberê HDP'ê yê Çanakkaleyê Kemal Akyuz jî anî ziman ku di xebatên lêgerîna zêrê bi sîyanur de ji 3 paran 1 par Çiyayê Kaz wêran bûye û wiha got: "Ger ku rê li pêş vê yekê neyê girtin ê di nava 10 salan de gelê Çanakkale nikaribin ava paqij vexwin. Wê hemû rûbar zuha bibin. Divê li dijî vê talankirinê berxwedan xurt bibe. Hêza gel dikare vê yekê rawestîne."