TMMOB: Biryara Kent Ormani rawestînin

img

AMED - Sekreterê Koordinasyona Bajar a TTMOB'ê ya Amedê Dogan Hatûn, xwest biryara Wezaretê ya "Qada Avakirina Xaniyan" a li Kent Ormanî girtiye bê rawestandin. Dogan, xwest hêzên bajar jî bêdengiya xwe xera bikin û di pêşengiya şaredariyan de têkevin nava hewldanan. 

Koordînasyona Bajar (ÎKK) ya TMMOB'ê ya Amedê, têkildarî Plana Îmarê ya li Kent Ormani ku qada 2 hezar û 946 dolim zevî ji “Qada Rezerva avahiyan" re vedike li pêş Şantiya Karê Fenê ya Şaredariya Peyasê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de nûnerên odeyên girêdayî TMMOB’ê nûnerê sendîkaya Herêmê ya DÎSK'ê Mehmet Şirin Gurbuz Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek kesên din amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nedin Qada Kent Ormani" vekirin. Li ser navê komê Sekreterê Koordinasyona Bajar a TTMOB'ê ya Amedê Dogan Hatûn, xwest biryara Wezaretê ya "Qada Avakirina Xaniyan" a li Kent Ormanî girtiye bê rawestandin. Dogan, xwest hêzên bajar jî bêdengiya xwe xera bikin û di pêşengiya şaredariyan de têkevin nava hewldanan.