Koordinasyona Heskifê der barê şewata Heskifê de daxuyanî da

img

ÊLIH - Koordinasyona Heskifê ya Êlihê têkildarî şewitandina keleha Heskifê daxuyanî da û xwest heyetek serbixwe bê avakirin û lêkolînê bikin. 

Koordinasyona Heskifê ya Êlihê têkildarî şewatandina keleha Heskîfê û avgirtina  Bendava Ilısuyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Koordinasyonê, diyar kir ku li ser pişta Heskifê zêdeyî 20 şaristan hatine bi cih bûne û dîroka 12 hezar salan tê talankirin û wêrankirin. Koordînasyonê da zanîn ku bi Projeya Bendava Ilisû gefan li Hasankeyfê dixwin û wiha cih dan daxuyaniyê. Ji ber bendavê hilweşînek fîzîkî pêş dikeve. Dîsa hemû nebatên li ser kelehê şewitî. Şewatê zerakek mezin daye berhem û warên dîrokî. Dîsa qada zindiyên li ser vê axê dijî tune kiriye. Qada jiyanê tune kiriye. Ji bo vê yekê divê heteyek serbixwe bê avakirin û biçin li vê herêmê lêkolîn bikin û dawî li vê talankirin û wêrankirnê bînin. Em îlan dikin ku emê li dijî vê projeyê tekoşîna xwe berdewam bikin."