Kavilên xaniyên tên rijandin eraziyên çandiniyê qirêj dikin

img
ÊLIH – Li Êlihê ji ber xemsariya saziyan kavilên bînayên tên hilweşandin û axa ji temelê xêniyan derdixin li eraziyên çandiniyê tên rijandin û ev yek dibe sedema tehdîda li ser eraziyan. 
 
Li Êlihê eraziyên çandiniyê yên herî bi xêr û ber di bin tehdîda rijandina kavilê ji avahiyên kevn ên tên hilweşandin û axa ji riknê avahiyê nû tên çêkirin derdixin de ye. Ji ber xemsariya saziyên li Êlihê kavil û vê axê tê derxistin li van eraziyên çandiniyê dirijînin, her wiha li derdora van eraziyên çandî ne jî tên rijandin. Kes vê qirêjiya li derdora eraziyan kontrol jî nake. Her ku diçe ev çop û kavil li derdorê belav dikin. 
 
ŞAREDARÎ BI AJOKARÊ KAMYONAN RE CIVÎN LI DAR XIST 
 
Midurê Derdorê yê Şaredariya Êlihê Recep Kavuş da zanîn ku derbarê mijarê de gelek gazin ji wan re tên û got: “Me wek şaredariyê bi ajokarê van kamyonên kavilan dirijînin re civîn pêk anî. Me ji wan re got divê li gorî rêziknameyê tevbigerin. Dema wisa neyê tevgerandin em ê cezayê pere bibirin an jî sepana kamyonên zer bînin. Divê ev kavil li cihê şaredariyê ji bo wê diyar kiriye bibin qada çopê ya berê ya Qubînê ku birijînin. Li van hin cihên çop û kavil tê rijandin ne qada rayedariya şaredariyê de ye. Cihên ku ne di bin banê me de ne jî kontrolê pêk tînin. Pirsgirêka van kavilan ji bo Êlihê talûkeyek e. Ji ber vê yekê me ji miduriyetên rêya bejahiyê û rêya hesin re ragihand. Me got divê hûn qadên di bin rayedariya we de ne paqij bikin.”