Li Keleha Heskîfê şewat derket

img
ÊLIH – Navçeya dîrokî Heskîf ji aliyekî ve tê xwestin di bin ava Bendava Ilîsûyê de bihêlin û ji aliyekî din ve jî tê şewitandin.
 
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya di hesabê medya xwe ya civakî Twîtterê de ragihand ku li Keleha Heskîfê ya tê xwestin di bin ava Bendava Ilisûyê de bihêlin agir bi pûş ketiye û şewat derketiye. Tevgerê wêneyên şewatê jî parve kir. Tevgera Ekolojiyê da zanîn ku komên agirkujiyê mudaxeleyî şewatê nekirine û xwest ku demildest mudaxeleyî şewatê bikin. 
 
Hat ragihandin ku şikeftên cihê şewatê jî xisar dîtine. Piştî demek dirêj tenê maşîneyek agirkujiyê mudaxeleyî şewatê kiriye. Nehat zanîn ku şewat ji ber çi sedemê derketiye.