Hiqûqnas: Erka qanûnî pêk bînin û xwezayê biparêzin

img

DENÎZLÎ - Nûnerên Komîsyona Hiqûqa Bajar û Derdorê ya Baroyan û hiqûqnasên di vê qadê de xebatê dimeşînin, encamnameya civîna têkildarî vê qadê bi raya giştî re parve kirin. 

 
Parêzerên girêdayî baroyên Tirkiye yên xebatên hiqûqî yên di qada derdor û bajar de dimeşînin û Nûnerên Komîsyona Hiqûqa Bajar û Derdorê ya Baroyan û hiqûqnasên di vê qadê de xebatê dimeşînin, di 13-14'ê tîrmehê de civîn pêk anîn û encama vê civînê bi raya giştî re parve kirin. Nûnerên 19 baroyan ên Edene, Enqere, Antalya, Artvîn, Aydın, Burdur, Bursa, Denîzlî, Amed, Duzce, Isparta û Îzmirê di civîna 3'emîn de li ser ekolojiya bajaran û derdorê niqaş kirin. Hiqûqnasan anîn ziman ku li Herêma Kutahya, Uşakê madenvanî pêş ketiye, li Denîzlî û Aydinê bermaiyên sanayiyê pêş ketiye û santralên jeotermal qadên çandiniyê tune dikin. Parêzeran anîn ziman ku gelê herêmê debara xwe bi çotkarî û sewalkariyê dikin û ev qadên madenê û pîşesaziyê xweza û ekolojiyê talan û wêran dike. Parêzeran da zanîn ku santrallên heyî li aliyekî nexweşiyê li dora xwe belav dikin û li aliyê din jî nexweşişa kanserê zêde dike. 
 
Parêzeran da zanîn ku li Tirkiye Aydin, depoya zeytûn, tirî, û heşîran e û ji ber santralên jeotermal hem qalîte û berhemê wê kêm dibe û hem jî gelek nexwişên din bi xwe re tîne. Parêzeran da zanîn ku li qadên JES hatine avakirin asît tev li baranê dibe û hemû zindiyên li wê herêmê zerarê dibînin. Dîsa Menderesê mezin ji ber bermahiyên kîmyewî ava wî qirêj bûye û bûye rûbarê jahrê û diherike. Hiqûqnasan, da zanîn ku hilberîna çandiniyê ya herêmî li ber çavan nayê girtin û ji bo enerjiya madena hov qadên din vedikin û qadên çandinî û çotkariyê tune dikin û di qada çandiniyê û ekolojiyê de talankirinek mezin ava dikin. 
 
 
Hiqûqnasan bal kişand ser Çiyayê Murat ê Kutahya jî û ligel qada erdhejê ye jî ji bo madenvaniya zîv û zêr ji şîrketên madenê  re hemû rê û derî tên vekirin. Dîsa bal kişandin ser Santala Nukleerê ya li Akkuyu jî û diyar kirin ku wê faciayek pir mezin li herêmê ava bike. 
 
Hiqûqnasan bang li hemû rayedarên dewletê û îdareyê kirin û xwestin erka xwe ya qanûnî pêk bînin û destûr nedin talankirin û wêrankirina xweza û ekolojiyê.