Li Aknehîrê wê 2 hezar RES bên avakirin

img

HATAY - Herêma ku warê bîr û baweriya Xirîstiyan û Elewiyên Ereb in, di bin talûkeya RES'an de ye. Her çend bertekên li dijî vê yekê bidmin jî niha li herêmê 2 hezar RES tên plankirin. 

Li ser sînorên herema Aknehîr a Hatayê li ser girên ku bilindahiya wî 479 metre ye, Manastira ST. Simon, di bin talûkeya Santralên Enerjiya Ba (RES) de ye. Li Aknehirê bertekên li dijî talûkeya RES'an berdewam dike. Lê li aliyê din li herêmê 2 hezar RES'ên nû tê avakirin. Parêzer Mehmet Horus, diyar kir ku li gel bertekên heyî jî li herêma Samandagê RES tên avakirin û herêm di bin dagirkeriyê de ye. Horus anî ziman ku ger li vê herêmê RES bên avakirin wê qadên jiyanê têkevin talûkeyê û êdî mirov jî wê nikaribin li vir bijîn û wiha got: "Şîrketa RES’ê dizane ji bo tevahî herêmê nikare destûr bistîne. Ji ber vê yekê perçe bi perçe distîne. Ev herêm yekemîn qada SÎT'ê ye. Me serî li Saziya Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî ya Edeneyê da. Em mafdar dîtin lê gotin "Kengî dîroka bikaranîna RES’an bi dawî bibe wê RES'an rakin. Dadgeha Îdarî ya Hatayê têkildarî rapora pêzanan serlêdana me red kir. Em ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin. Dêr di navbera navçeyên Samandag û Defne de ye. Ev qad 1'emîn herêma SÎT'ê ye. Herêm di bin dagirkirina RES'an de ye." 
 
Arkeolog Hasan Aşkar jî anî ziman ku Dêra Xiristiyanan yek ji navendên Hacê ye û RES'ên tên avakirin li nêzî Dêra ST. Simon û Turbeya El-Arabi tên avakirin û jiyana wan dixin bin talûkeyê Aşkar, anî ziman ku RES hem jiyana mirovan û hem jî hemû zindên li herêmê dixin bin talûkeyê û wiha got: "Ji er RES'an çûk dimirin. Bandorek neyînî li ser tenduristiya mirovan çê dike. Hişê mirov diçe. Bi taybetî mêşên hingiv zerarê dibînin. Dîsa destûr nade ku dar, ber bax û bostan tov û fêkî bigire Di serdema ku çîçek li nebatan dikevin û ber digirin berê wan hişk dikin. Qada çandiniyê jî dixe bin xetereyê. Emê li gorî rapora ÇED'ê bixwazin ku biryara RES'ê bê betalkirin." 
 
MA / Hamdullah Kesen