Serokên 17 baroyan li Heskîfê kom bûn: Dest ji avakirina bendavê berdin

img

ÊLIH – Serokên baroyên 17 bajaran ên li Heskîfê kom bûn, ji bo ku dîrok tune nebe, banga dest ji avakrina Projeya Benva Ilisû berdin kirin.

Li ser banga Baroya Êlihê, serok û parêzerên baroyên Aydin, Antalya, Îzmîr, Tekîrdag, Kirklarelî, Yalova, Diyarbakir, Bûrsa, Bîtlîs, Ûrfa, Şirnak, Agri, Bîngol, Mardîn, Dersim, Mûş û Sêrtê li navçeya Heskîf a Êlihê kom bûn û bi armanca Geliyê Dîcle dibin avê de nemîne daxuyanî dan çepemeniyê. Daxuyanî li Serê Pirê ya Heskîfê hat lidarxistin û di daxuyaniyê de pankartên “Em dîrokê bidin jiyîn, em mirovahiyê bidin jiyîn, em Heskîfê bidin jiyîn” û “Bihêlin bila Dîcle azad bi herike” hatin vekirin. 
 
'LI GORÎ HEVPEYMANAN TEVNEGERIYANE’
 
Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan li ser navê 17 baroyan daxuyanî da û wiha axivî: “Em dikarin Heskîfê rizgar bikin û bidin jiyîn. Heskîf, bi deh hezaran sal, bênavber ji bo jiyana mirovahiyê malovaniyê dike.” 
 
Çakan da zanîn ku ev der tekane cih e qada aîdê Serdema Navîn diparêze, digel ku di sala 1978'an de wekî qada sîtê hatiye ragihandin jî, kolandinên divê bihata kirin nehatine kirin.
 
Çakan diyar kir ku pisporên kolandinê dibêjin ji bo kolandina vir pêdivî bi 70 salan heye û wisa dom kir: “Ligel ku ev yek tê zanîn jî vê derê dikin qurbanê Bendava Ilisû û Projeya HES'ê ku temenê wan 50 sal in. Dema Bendava Ilisû hatiye çêkirin li gor tu peymanên navneteweyî tevnegeriyane. Bi gotina herî sivîk rapora ÇED'ê (Nirxandina Bandora li Derdorê) jî nîn e.”
 
Çakan, da zanîn ku dikarin koda bendavê daxin ku ev yek tenê jî dikare Heskîfê ji noqavbûnê rizgar bike û wiha bilêv kir: "Bi vê qadên li pişt Heskîfê mane ku dewletê dest daniye ser, dikare ev der bibin cihê rê, park, seyran û dikarin bikin daristan, bi vî awayî ev deşta vê derê dikare bibe herêmek kesk. Di dawiyê de em bang li rayedaran dikin ku em li benda wan in ji bo rizgarkirina Heskîfê û Newala Dîcleyê bikevin nava tevgerê."
 
Piştî xwendina daxuyaniyê serokê baroyên ku ji aliyê rojavayê Tirkiyeyê hatibûn jî bi kurtahî axivîn û xwestin dest ji projeya bendava Ilisû bê berdan.