Santrala Termîkê ya Silopiyayê jehrê dipejiqîne: 511 kes mirin, 11 hezar welatî astengdar in

img

ŞIRNEX – Santrala Termîkê ya Silopiyayê ya Koma Cînerê, ji ber rê li ber qirkirina xwezayê vedike û ji ber dibe sedema mirina mirovan di rojevê de ye. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, diyar kir ku li gorî daneyên TUÎK'ê, di 3 salên dawî de li tevahiya bajêr 511 kes mirine û li Silopiyayê jî 11 hezar astengdar hene û got, sedema van qewimînan jî santrala termîkê ye. 

Santrala Termîkê ya Silopiyayê ku di navbera bajaroka Bêspîn û Gîteyê de ye, dibie sedema mirina mirovan û qirkirina xwezayê. Santrala navbirî aîdî Koma Cînerê ye û ev kom jî nêzî hikûmetê ye. Santral, di sala 2004'an de lîsansa hilberînê girtiye û di sala 2009'an de jî dest bi fealiyetên xwe kiriye. Di sala 2015'an de jî unîteya wê ya sisêyan hat avakirin û ji du kulekan pêk tê. 
 
CÛDÎ TÊ TUNEKIRIN 
 
Ev santral li herêma Çiyayê Cûdiyê rê li ber qirkirineke mezin a xwezayê vekiriye. Ji ber fealiyetên santralê hema bêje du girên bilind ên Cûdiyê li ber tunebûyînê ne. Heta niha bi hezaran darên li ser van giran hatine jêkirin û qadên jiyanê yên giyaneweran hatine tunekirin. 
 
Her diçe qada vê santralê berfireh dibe. 
 
PENÇEŞÊR ZÊDE DIBE 
 
Ev santrala ku xwezayê qir dike, herî zêde jî tesîrê li mirovên li navenda bajêr û derdora bajêr dijîn dike. Di salên dawî de li bajêr nexweşîna pençeşêrê û nexweşîna dilî zêde bûne. Ji ber van nexweşînan jî gelek kes dimirin. 
 
PITIK DIMIRIN
 
Li gorî daneyên Desteya Îstatîstîkî ya Tirkiyeyê (TUÎK), di sala 2018'an de li bajêr mirina pitikan zêde bûye û rêjeya mirina pitikan a li Şirnexê 14.9 ji hezarî ye. 
 
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, zirara ku santral dide xwezayê û mirovên li bajêr xist rojeva meclîsê. 
 
Kaçmaz, bilêv kir ku ji ber santralê li bajêr her diçe hin nexweşîn zêde dibin û ev santral tenê tesîr li mirovan nake, di heman demê de tesîreke pir neyînî li heywan, dar û giyanewerên din jî dike. 
 
511 KES MIRIN, 11 HEZAR KES ASTENGDAR IN 
 
Kaçmaz, destnîşan kir ku ji ber gazên santralê li bajêr rêjeya mirinê zêde bûye û diyar kir ku li gor daneyên TUÎK'ê di sê salên dawî de li tevahiya bajêr 511 kes ji ber santralê mirine û her wiha ji ber vê li Silopiyayê 11 hezar welatî astengdar bûne. 
 
Kaçmaz, bang li hawirdorparêzan kir ku li dijî van santralên dibin sedema mirin û qirkirinê têkoşîna xwe bilind bikin û tev bigerin.