‘Biryara ÛNESCO ya ji bo Sûrê dayî biryarek dereng mayî ye’

img

AMED - Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa Odeya Avahîsaz a Amedê Herdem Dogrûl, bal kişand ser navçeya Sûrê ya ÛNESCO kiriye bin parastinê û wiha got: “Biryara ÛNESCO ya ji bo lêkolînkirina Sûrê, biryarek dereng mayî ye.” 

 
Rêxistina Mîrateyên Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), li Azerbaycanê berê civîna Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya 43’yemîn li dar bixe, di rapora weşand de, diyar kir ku ew dixwazin navçeya Sûrê ya Amedê ku didema pevçûnan de hat hilweşandin û Baxçeyên Hevselê ku weke Qadên Dîmenên Çandê hatine îlankirin, lêkolîn bikin. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa Odeya Avahîsaz a Amedê Herdem Dogrûl derbarê vê biryara ÛNESCO de axivî û nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'BIRYAREK DERENG MAYÎ YE’
 
Gorûl, rapora ÛNESCO, şandeya bê lêkolîn bike û xebatên ji bo Çemê Dîcle rexne kirin û wiha got: “Ev biryarek pir dereng mayî ye. Lê ligel vê jî emê xebatên xwe pêşkêşî şandeya ÛNESCO bikin.”
 
‘EM AMEDENE  KU DANEYAN BI ÛNESCO RE PARVE BIKIN’
 
Dogrûl, anî ziman ku ji ber pevçûnan ji sedî 50 navçeya Sûrê tune bûye û wiha bilêv kir: “Ji ber vê yekê şandeya ÛNESCO ya bê navçeya Sûrê divê serbixwe be. Li Sûrê 87 avahiyên tomarkirî û 247 avahiyên hêjayî tomarkirinê hatin dîtin, hatine tune kirin. Nêzî 25 hezar mirov neçar man ku koçber bikin. Lê piştî 4 salan ÛNESCO nû nû taxwaza lêkolînê dike. Vê biryara ÛNESCO em keyfxweş nekirin.” 
 
ÛNESCO berî ku daxwaza lêkolînê ji Tirkiyeyê bike, diviya bû lîsteya Sûrê lêkolîn bike. ÛNESCO pir dereng ma. ÛNESCO ev 4 salin tu gotinek derbarê Sûrê de nekiriye. Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ji bo bûyerên li Sûrê rûda tim gotin ‘em bigumanın, bi fikaran û dinava gumanan dene.’ Me jî tim ji wan re got, ‘fikarên xwe danîn aliyekê, werin vê derê û em bibin asteng.’Lê nehatin.”  
 
‘RAPORA ME BI BANDOR BÛ’ 
 
Dogrûl, dest nîşan kir ku ÛNESCO tenê temaşeyê tunekirina Sûrê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê ji bo Sûrê, me derbarê 6 navçeyên di pevçûnan hatin hilweşandin de ji ÛNESCO re rapor şandin. Em wisan difikirin ku van raporan bandor kiri be. Dema ku şandeya berpirsiyar hat vê derê, em dixwazin bi wan re dinava hevpariyê de bin. Gelek tişt hene ku em ji wan re bêjin û wan agahdar bikin. Ev 4 salan em li vê qadê dixebitin. Ji ber vê yekê em dixwazin ji dest pê ka pêvajoyê û heya roja me ya îro ji wan re ragihînin.”