Ji Heskîfê bang kirin: Heskîf li cihê xwe xweşe

img
ÊLIH - Rêxistinên civaka sivîl, ekolojîk û pişeyî, bin avkirina Heskîfê şermezar kirin. Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ji bo finsendên siyasî yên navneteweyî Heskîfê tune nekin û got: "Heskîf li cihê xwe xweşike."
 
Koordînasyona Heskîfê, Tevgera Ekolojîk a Mezopotamya û Hewldana Jiyandina Heskîfê, di çarçoveya "Qevizîna Mezin" de xwestin bin avakirina Heskîfê şermezar bikin. Lê  polîs û leşkeran çalakiya ku hat xestin li Heskîfê li dar bixin, asteng kirin. Endama Komîteya Çand û Perwerdê ya Parlamentoya Ewropa Jûlîe Ward, Parlementera HDP'ê ya êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlementerê Mûşê Mensûr Işik, rêxistinên civaka sivîl û pişeyî yên bajêr piştgirî dan çalakiyê. 
 
‘DESTÛR NEDAYÎN ŞERMEK MEZINE'
 
Ji ber ku polîs û leşkeran destûr nedan çalakiyê, girseyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên "Ji bo Heskîfê ne derenge" û "Nasnameya me, çanda me, xwezaya me, dîroka me Heskîfe, dest nedinê" hatin vekirin. Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Ev ji bo pergala hiqûq û demokrasiya Tirkiyeyê şermek mezine. Ji bo bendavek 50 salan û finsendên siyasî yên navneteweyî Heskîfê tune nekin. Heskîf li cihê lê ye xweşike. Gelê Êlihê û gelê Heskîfê vê projeyê naxwazin. Qet ne derenge. Li cîhanê mînakên vê hene. Em ban li raya giştî ya demokratîk dikin. Ji bo Heskîfê têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
Endama Çand û Perwerdê ya Parlamentoya Ewropa Jûlîe Ward jî, anî ziman ku ji bo bendavan ne raste ku mirov dîrok û xwezayê tune bike û wiha got: "Ji bo parastina mîrasê mirovahiyê emdi meha Hezîranê de hatin vê derê. Ev negirtin, em naxwazin avê bigirin. Ji bo mîrasê mirovahiyê tenê desthilatdarek nikare biryar bide."
 
'5 CARAN PROJE RAWESTANDIN'
 
Parlementerê HDP'ê Mensûr Işik li ser navê beşdarvanan daxuyanî da û wiha got: "Ev wenê, dişibe wêneyên berhemên dîrokî yên DAIŞ'ê hilweşandin. Çemê Dîcle, bi mirov û çanda xwe li ber cankêşiyê ne. Rayedarên dewlet Tirk, ji bo ku Çemê Dîcle bifetisînin berî 22 salan dest  bi projeyek wiha kirin. Tam 5 caran projeya Ilisû hat rawestandin. Lê dîsan vîna gel esas negirtin û dest bi avakirina projeya xwe kirin."
 
Işik xwest hikumet projeya Bendava Ilisû rawestîne û banga têkoşîna rizgarkirina Heskîfê, li raya giştî kir.