HDP: Hêj jî ji bo Heskîfê ne dereng e

img
ÊLIH – Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê xwest li ber Bendava Ilisûyê daxuyanî bide, polîs û eskeran daxuyanî asteng kirin. Li ser astengiyê HDP’iyan li cihek nêzî Ilisûyê daxuyanî dan û gotin “Ji bo Heskîfê hêj ne dereng e.” 
 
Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê ji bo balê bikişînin ser rewşa Heskîfê çûn navçeyê û ji vir jî çûn Bendava Ilisûyê. Polîs û eskeran parlamenterên HDP’ê asteng kirin û nehiştin biçin li ber Ilisûyê daxuyanî bidin. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Feleknas Uca, Necdet İpekyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî, Zuleyha Gulum, Murat Çepnî, Meral Daniş Beştaş, Hişyar Ozsoy, Semra Guzel, Dersim Dag, Pero Dundar, Erdal Aydemîr, Nuran Îmîr, Huseyin Kaçmaz û Hasan Ozguneş, hevşaredarên HDP’ê û gellek rêveberên HDP’ê li ser vê yekê li cihek nêzî bendavê HDP’iyan daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Eskeran bi hênceta “herêma ewlehiyê ye” destûr nedan HDP’yî biçin Bendava Ilisûyê û daxuyanî bidin. 
 
HDP’iyan pankarta “Nasnameya me, xwezaya me û dîroka me Heskîf e û dest nedinê” vekirin. Lê balkêş bû ku HDP’iyan di bin siya çekan û maşîneyên zirxî de daxuyanî dan. Wekîlên HDP’ê li jêr û jor bi kamerayan hatin şopandin. 
 
'JI BO RIZGARIYA HESKÎFÊ NE DERENG E’ 
 
Li ser navê HDP’iyan Berdevkê Meclîsa Ekolojiyê Murat Çepnî ê Parlamenterê Îzmîrê ye daxuyanî da û diyar kir ku ew astengiya li dijî xwe şermezar dikin. Çepnî got ew têdikoşin ku dîroka 12 hezar salan û Geliyê Dîcleyê biparêzin. Çepnî bang li rayedaran kir ku astengiyê ji bo xwedî derketina Heskîfê bila bên rakirin. Çepnî da zanîn ku AKP dixwaze dîroka 12 hezar salan bi bendavekî tune bike û AKP dixwaze xwezayê û dîrokê tune bike. Çepnî bang li her kesî kir ku ji bo Heskîfê têbikoşin û got: “Werin em hemû bi hev re xwedî li mîrateya mirovahiyê derkevin. Ji bo xwedî derketina Heskîfê hêj ne dereng e. Dem dema têkoşîna ji bo Heskîfê ye.”