Ji bo 'avêtina mezin' a Heskîfê bang kirin

img

ÊLIH - Înîsiyatîfa Heskîfê, ji bo çalakiya 'Avêtina mezin a Dîcleyê' ku dê li Heskifê pêk were bang kir. 

 
Înîsiyatîfa Heskîfê, ji bo çalakiya 'Avêtina mezin a Dîcleyê' ku dê li Heskifê pêk were, li Navenda Çandê ya Baharê daxuyaniyek da.  Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku saziyên ji bo Heskîfê têdikoşin, di bin navê Înîsiyatîfa Heskîfê de gihîştine hev. 
 
'PERGALA XWEZAYÊ DI TALÛKEYÊ DE YE'
 
Melek Atalay ku li ser navê înîsîyatîfê daxuyanî da û diyar kir ku Heskîf ji bo bîra kûr a mirovahiyê û jiyana zindeweran muzeyeke servekirî ye û wiha got: "Heskîf ji bo pergala xwezayî xwedî mîrateyeke girîng a xwezayî ye. Heke bendav bê avakirin dê ev yek bibe sedem ku avhewaya herêmê biguhere û bi awayekî bêhevsengî şilî bibarin. Ev jî dê bi xwe re nexweşiyan bîne."
 
'EM VEDIXWÎNIN PIŞTGIRIYÊ'
 
Di berdewamê de Atalay destnîşan kir ku dê bi girtina deriyên bendavê re 80 hezar mirov bê mal bîmînin û wiha pêde çû: "Ev koçberî jî dê bi xwe re xîzaniyê bîne. Di çend salên dawî de di bin navê barkirin û zexmkirinê de bi awayekÎ fizîkî mudaxaleyî berhemên dîroke tê kirin. Hê jî gelek berhemên dîrokî ku em dikarin rizgar bikin li Heskîfê hene. Ji bo pêşîgirtina vê yekê em banga piştgiriyê li raya giştî ya Tirkiye û Cîhanê dikin."
 
'DERENG NÎNE' 
 
Atalya bi bîr xist ku li Ewropa û Cîhanê ji bo parastina çeman ji aliyê mirovên hestiyar ve di bin navê 'Avêtina Mezin' de çalakî tên lidarxistin û ji bo çalakiya 'Avêtina mezin a Dîcleyê' ku dê di 14'ê Tîrmehê de li dar bixin banga tevlîbûnê kir. Atalay herî dawî jî ev tişt gotin: "Em dibêjin ku ji bo Heskîfê dereng nîne û ji bo parastina Heskîfê em li cem têkoşîna ku tê dayîn cih digirin û piştgiriya xwe pêşkêş dikin."