EGEÇEP: Destê xwe ji daristanan vekişînin!

img

ÎZMÎR - EGEÇEP'Ê bertek nîşanî daxuyaniya yekîtî û saziyên sivîl ên civakî yên sektora madenvaniya da û xwest ku destê xwe ji daristanan vekişînin.

 
Duh li Îzmîrê yekîtî û saziyên sivîl ên civakî yên sektora madenvaniyê li hev kom bûbûn û daxuyaniyek dabûn çapameniyê. Di daxuyaniya xwe de diyar kiribûn ku qanûn heyî li pêliya madenvaniyê asteng in û daxwaz kiribûn ku di qanûnan de sereraskirin bên kirin. Platforma Çand û Hawirdorê ya Egeyê (EGEÇEP) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî vê daxuyaniyê da. EGEÇEP'ê ji van rêxistinan xwest ku destê xwe ji daristanan vekişînin.