Li dijî texrîbata kanên keviran derketin

img

MÊRDÎN - Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê gel bertek nîşanî kanên kevir û mermeran dide. Ekolojîst, siyasetmedar û gundî çûn herêma ku kan lê hene û li dijî projeyên ku bibin sedema texrîbatên xwezayî û çandî derketin.

 
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê 6 kanên kevir û mermeran hene. Hewl tê dayîn ku hejmara kanan derkeve 13'an. Ev hewldan rastî bertekan tê. Meclisa Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Înîsiyatîfa Yekitiya Ekolojiyê ya Mêrdînê, nûnerên Şaredariya Stewrê û gundiyên Teffeyê çûn herêma kanan. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk jî di nav de koma ku ji bo vekolînan çû herêmê, ji aliyê cendirmeyan ve hat rawestandin. Cendirmeyan wesayîtan di lêgerînê re derbas kir û piştî ku kontrola nasnameyan jî pêk anî destûr da ku kom derbasî herêmê bibe. Lê gundiyên ku bi wesayîtên xwe hatibûn herêmê destûr hat dayîn ku hejmareke gundî derbasî herêmê bibin û gundiyên din ji aliyê cendirmeyan ve ji herêmê hatin dûrxistin. 
 
Koma ku derbasî herêmê bû, piştî vekolînên xwe yên li herêmê, bi xwediyê kanê re hevdîtin pêk anîn û xwestin ku dev ji xebatên xwe berde. Lê xwediyê kanê diyar kir ku destûr girtiye û dê xebatên xwe bidomîne. Piştî vê hevdîtinê komê daxuyanî da çapameniyê. Li ser navê komên aktîvîsta ekolojiyê Derya Akyol daxuyanî da. Akyol diyar kir ku li seranserê Mêrdînê 100 kan hene û wiha got: "Destûra ji bo vekirina kanan ne bi rêya nasin divê bi raporên zanîstî bê dayîn. Kanên keviran xesarê didin xweza, çand û tenduristiya mirovan. Em ê gavên ku di vê mijarê de bên avêtin dê bişopînin."
 
Gundiyan jî diyar kir ku li herêmê kanên keviran naxwazin. Parlamenterê HDP'ê Tûma Çelîk jî da zanîn ku dê mijarê bişopînin û banga peywirê li rayedaran kir.