Şaredariya Cizîrê cih neda HES'ê

img

ŞIRNEX - Şaredariya HDP'ê ya Cizîrê cih neda projeya HES'ê ku cih û warên dîrokî û çandî di bin bendavê de bihêle. 

 
Karên Avê yê Dewletdê (DSİ) 10 sal berê li herêma Şirnexê dest bi projeyên înyşaeta bendava Santralên Enerjiya Hidroelektrik (HES) kiribûn. Gelek ji wan bi dawî kirin. Heta niha ji ber van projeyên HES'e gelek qadên daristanê û ekolojîk di bin avê de man û wêran bûn. Hewldan û xebatên DSÎ yên ji bo avakirina bendav û projeyên HES'ê didomin. DSÎ xwest projeyek din a di nava sînorê Şaredariya Cizîrê ya di destê HDP'ê de ye çêke. DSİ ku xwest "Bendava Cizîre" û "Tesîsên Hilberîna HES'ê" yên di sinorê Şaredariyê de ye çêke, nivîs  ji şaredariyê re şandin. Ji bo bendav û HES'ên aydî Şîrketa Bazirganî û Sanayiyê ya Hilberîna Elektrikê ya CB'ê bi rêya Midûriyeta Îmar û Başkirina Bajar a Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê nivîs ji Şaredariyê re şand. Di nivîsê de xwest ji bo îmarê destûr bê dayîn û qad bê vekirin ku plan û herîteya bendavê bê avakirin. Lê şaredariyê ev yek di nava xwe de nirxand û guncav nedît. 
 
WÊ WARÊN DÎROKÎ DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN
 
Şaredariyê di nivîsê de destnîşan kir ku ger ku HES bê avakirin wê warên dîroki yên Bajaroka Qesrikê û Borîya Qesrikê ku Çiyayê Cûdî û Gabarê digîne hev wê di bin avê de bimînin. Di nivîsê de dîsa da zanîn ku bi avakirina HES'ê wê warên dîrokî û çandî yên Basa û gelek warên li Cizîrê di bin avê de bimîne û guncav nedit."