'80 hezar mirov wê bê war û mal bimînin'

img

STENBOL - Koordinasyona Heskifê, ji bo warê dîrokî Heskif di bin bendava Ilisûyê de nemîne, gotin "Ji bo parastina Heskifê ne dereng e" û bang li hemû kesên ekolojîst û xwezahez kirin ku berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. 

 
Koordinasyona Heskifê ku ji bo parastina Heskifê hewldanek ava kir, têkildarî rewşa Heskifê li Şaxa Odeya Endezyorên Makînê ya TMMOB a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek kesên navdar tev li civînê bûn. Li salona civînê pankarta “Ji bo Heskifê ne dereng e" vekirin. Endamê Koordinasyonê Mehmet Kizmaz, daxuyanî da û got: “Ev dîrok ya te û min e. Ev xweza û Çemê Dîcle ya me hemûyan e. Heskif ya hemû mirovahiyê ye. Yekem car 11 hezar û 500 sal berê mirov li vir buye xwedî şûn û war. Ev der muzeya hewaya vekiri ye. Heskîf bajarê hafiza hevpar a Anatolu û Mezopotamya Jorîn e. Yek ji mîrateyê dîrokî yê herî balkêş e. Di bin banayê Heskîfê de gelek hebûnên çandî û dîrokî diparêze. Îro şopa gelek berhemên çandî li vir veşarî ye. Ev der qada sîta ekolojîk û arkeolojîk a xweser e." 
 
TIRKIYE LI HEMBERÎ HESKÎFÊ BÊ ELEQE MAYE 
 
Kizmaz, anî ziman ku Heskif yek ji qadên herî grîng ê bûye şahidê dîroka mirovahiyê û ji sedî 90'ê ktîterên mirateya Cîhanê ya UNESCO diparêze. Lê li gel vê yekê Tirkiye ji bo Heskîfê têxe lîsteya mîrateya cîhanê neketiye nava hewldanan. Bi awayekî fermî serî li UNESCO nedaye. UNESCO  jî tevî hemû bangên rêxistin û saziyên civakî, li hemberî vê daxwazê bêdeng dimîne. UNESCO li hemberî talankirin û wêrankirina Heskifê bê eleqe dimîne. 
Ji ber vê yekê ji warên dîrokî yên berîya Zayînê bi qasî 289 gir û wargeh ên dîrokî li gel Heskifê di bin rîstê de ne." 
 
80 HEZAR MIROV WÊ BÊ MAL BIMÎNIN'
 
Kizmaz, destnîşan kir ku piştî serlêdana rêxistinên civakî ya EuropaNostra di sala 2016'an de xistine nava lîsteya "7 mîrateyên Çanda di bin talûkeyê de".  Kizmaz, da zanîn ku Heskif di nava ekosîstema Geliyê Dîcle de cih digire û wiha got: "Heskif di milê cureyên zindiyan de cihekî bêhempa ye. Ger ku bend avê bigire û av bibe gol wê avhewaya herêmê bê guhertin û ev yek wê bandorek neyînî li ser tenduristiya mirovan û zindiyan bike. Ger ku deriyê çavên bendavê bigirin û Projeya HES'ê avê bike gol herî kêm wê 80 hezar mirov bê cih û war bimînin. Wê koçber bibin. Wê wan ji diroka wan qut bikin. Ev yek dê bi xwe re xizanî û binpêkirina mafan bîne. Dîsa wê bandora ava vexawirnê li ser Bexde û Misûlê bike. Çandiniya Iraqê jî wê têkeve bin rîskek mezin." 
 
DI NAVA KOORDÎNASYONÊ DE CIHÊ XWE BIGIRIN'
 
Kizmaz, anî ziman ku ji bo parastina Heskifê hêj ne dereng e û xwest hemû kesên keloojîst, xwezaparêz, demokrat û rêxistinên demokratîk li dijî talankirin û wêrankirinê erk û berpirsiyariyê bidin ser milê xwe û berpirsiyar tev bigerin. " 
 
Kizmaz, bang li hemu beşên muxalif kir û xwest di nava koordînasyonê de cih bigirin û ji bo projeya Heskifê bê betalkirin têbikoşin. Ji bîr nekin ku Heskîf ne tenê 7 berhemên hatin veguhestin e. Wê dîrok, çand û hafiza mirovahiyê di bin avê de bimîne. Em li vir îlan dikin emê rojekê vê projeyê rawestînin. Hêj ne dereng e. Em dengê xwe tev li vê têkoşînê bikin û rawestînin." 
 
GOREN: WÊ TENDURISTIYA MIROV XERA BIBE'
 
Endamê Konseya Navendî yê berê ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Taner Goren jî anî ziman ku ger Heskif di bin avê de bimîne wê bandorek neyînî li ser tenduristiya mirovan çêke û zerarek mezin bide tenduristiya mirovan. Goren, bang li her kesî kir û xwest her kes berpirsiyar tev bigerin. 
 
GULUM: BI ÇAVÊ RANTÊ LI HER TIŞTÎ DINERIN
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum jî anî ziman ku ya Heskifê wêran û talan dike bi çavê rantê li her tiştî dinere û wiha got: “Heskîf mîrateya herî girîn e. Ew bi çavê mîrateya dîrokî lê nanerin. ew bi çavê rantê li her tiştî dinerin. Ne tenê Heskif, gelek cih û warên dîrokî û çandî yên li Kurdistan û Tirkiye wêran û talan dibe." 
 
Gulum, herî dawî anî ziman ku wekî HDP'ê li pişt daxwazên Koordinasyona Heskîfê ne û ji bo parastina xweza û Heskifê çi ji destê wan bê wê bikin." 
 
Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu jî talankirin û wêrankirina cihê mirov lê çêbû û mezin bû eşek pir mezin e û wiha got: "Talankirina Heskifê ji bo min êşek pir mezin e.