Xwezaya Stewrê tune dikin: Em diparêzin, dewlet difiroşe

img

MÊRDÎN - Dixwazin li 6 kanên keviran û mermeran ên xwezaya Stewrê wêran dikin, 7 din lê zêde bikin. Ji bo avakirina kanan dawî li statuya qadeke mezin a daristanê anîne. Welatiyên bertekek mezin nîşanî vê yekê didin, bi gotinin “Em diparêzin, dewlet jî difiroşe” îsyan kirin. ss

Kanên kevir û mermeran ên li navçeya Stewrê ya Mêrdînê dixebitin, zirarek mezin dide welatiyên herêmê û xezayê wêran dike. Tê xwestin kul i 6 kanên kevir û mermere yên tên xebitandin, 7 din lê zêde bikin. 2 kan aîdê Nazmî Kavak, yek jê yê Abdulhakîm Saglam û ya din jî aîdê Sewalkarî Yapi Azîmsan, Bazirganiya Pişesazî Madenvanî û LTD. ŞTÎ ne. Du kanên kevir ên din jî, aîdê Miduriyeta Herêma 10’emîn a Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) ye û dibin navê tesîsa bêjandinê de, xebatê xwe bi rêve dibe. 
 
HINDIK MAYA KU 7 KANÊN DIN JÎ VEKIN 
 
Ji bo vekirina 7 kanên din ên mermer û keviran, li benda biryara Walitiya Mêrdînê ye. Zekî Cengîz, Abdulhakîm Saglam, Alaattîn Çetîn, Sewalkarî Yapi Azîmsan, Bazirganiya Pişesazî Madenvanî û LTD. ŞTÎ, ji bo ku Qada Madena Kevir a bi Armanca Mermer-Dekorotîf bê vekirin, berî demekê rapora Nirxandina Bandora Derdorê pêşkêşî Miduriyeta Bajêr a Bajarvanî û Derdorê ya Walitiya Mêrdînê kirin. 
 
Dîsa di nava serlêdananên hatine kirin de, yek jê ya Edîtp Basinç û 2 jê yên Midurietaya Herêma 10’emîn a DSÎ ne. Rapora ÇED’ê jî, li benda pejirandina miduriyeta berpirsiyare. 
 
STATÛYA QADÊN DARISTANÎ RAKIRIN
 
 Kanên ku bi salane li herêmê tên xebitandin, heya roja îro bi hezaran dar jêkirine, kevir û axa ji kanan derdikevin li derdor belav bû ne. Gelek qadên bi dar dibin van lodên kevir û axê de mane. Ji ber vê qadên sewalkariyê ji statûya goman derketine û zirarek mezin dîtine. Qadek mezin a daristan û goman ji statûya wê hatine derxistin. 
 
DÎROKÊ JÎ TUNE DIKIN
 
Li gorî vegotinên gundiyan, herî zêde şikevet, tünel û cihên dîrokê ji ber van kanên kevir û mermeran hatine hilweşandin.
 
JI BO GIRTINA KANAN ÎMZE KOM KIRIN
 
Ligel van hemûyan jî, têkoşîna welatiyên li herêmê ya  ji bo girtina kanan dewam dike. Gelê taxa Teffe ku herî zêde ji kanê bi bandor dibin, ji bo ku qadên madene bên girtin, îmze kom kirin. Welatiyan îmzeyên kom kiribûn ji bo Walîtiya Mêrdîn û Qeymeqamtiya Stewrê şandin û gotin ku ew zirarek mezin dibînin. Lê heya niha tu bersiv ji bo serlêdana welatiyan nehatiye dayîn. 
 
‘ME NEÇARÎ DERXISTINA JI GUNDÊ ME DIKIN’
 
Welatiyê 62 salî Seyfettîn Yalçin ê pêşengtiya kampanyeya îmzeyan dike ji bo girtina kanan, diyar kir ku ew qebûl nakin ku mêrgên wan pêşkêşî kanên keviran bikin û wiha axivî: “Mêrgên me xerab dibin. Ma emê vê çawan qebûl bikin. Qet nebe 4 hezar sewalên gundê me hene. Derdora gundê me hemû ji bo xwe veqetandine. Gelo sewalên em dê li ku derê biçêrin. Ger dewlet mêrgên me bifiroşe, emê jî neçar binin ji gundê xwe derkevin. Me neçarî berxistina ji gundê me dikin. Dewletê bêyî ku ji me bipirse mêrgên me firotin Em li gund  300 îmze kom kirin. Me dan Walatiyê û Qeymeqamtiyê. Di heman demê de me daxwazname ji Serokkomar û Wezareta Daristanê û Çandiniyê re nivîsandin. Em mafê xwe dixwazin. Divê dewlet  mafê welatiyên xwe nexwe.” 
 
‘ME CESARET NE DIKIR KU EM DAREKÊ JÎ BIBIRIN’
 
Yalçin, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Zirarên kana kevir  û mermeran pir zêdene. Mêrg û daristanan tune dike. Me cesaret ne dikir ku em darekê jî bibirin, lê niha dixwazin bikin kana keviran. Em naxwazin xwezaya me bê  wêrankirin. Em çiyayên xwe diparêzin, dewlet jî difiroşe. Dîsan berhemên dîrokê yên derdikevin jî texrîb dikin. Em dixwazin ku rayedar dengê me bibihîsin.” 
 
Hamît  Tumencî jî, got; “Dest danîne ser mêrgên me. Ma emê sewalên xwe bi ku ve bibin û bidin çêrandin. Em dixwazin kan bên girtin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal