'Daristan li rojava ji bo rantê, li rojhilat ji bo 'ewlehiyê' tên şewitandin'

img

MÛGLA – Ekolojîst Nîhat Koyûncû bal kişand ser şewatandina daristanên li welat û got, li rojavayê welat ji bo rantê û li rojhilatê welat jî bi hinceta "ewlehiyê" daristan tên şewitandin. 

Bi hatina havînê re şewatên li daristanan jî zêde bûn û ji ber van şewatan qadeke bi hezaran hektarî bû xwelî û bi hezaran giyanewer jî mirin. Ekolojîst Nîhat Koyûncû, bal kişand ser şewitandina daristanan. Koyûncû, bilêv kir ku divê hikûmet di warê şewitandina daristanan de dev ji polîtîkayên xwe yên heyî berde. Koyûncû, anî ziman ku ji Bodrûmê bigire heta Dêrsimê bi hincetên cuda lê belê bi heman rêbazî şewitandina daristanan didome. 
 
'80 JI SEDÎ ŞEWITANDINA DARISTANAN JI BO RANTÊ YE' 
 
Koyûncû, destnîşan kir ku li rojavayê welat daristan ji bo rantê, li rojhilatê welat jî bi hinceta "ewlehiyê" tên şewitandin û piranî qadên tên şewitandin jî di warê çandinî, avadanî, turîzm, madenvanî, enerjî û avê de qadên girîng in, lê belê ev ji ber polîtşkayên ewlehiyê pêk tên. Koyûncû, anî ziman ku divê îktîdar êdî dev ji polîtîkaya xwe ya bêxwedîhiştina daristanan berde û got: "Çimkî daristan ne ên rojhilat ne ên rojavayê ne, ên hemû giyanewerên cîhanê ne." 
 
Koyûncû, bilêv kir ku sedemên cuda ên şewatan hene, lê belê pir kêm jê ji ber sedemên xwezayî çêdibin. Koyûncû, diyar kir ku ji ber vê qadên hêşîn tim bi rîskê re rû bi rû ne û got: "Eger daristanek nêzî qada bicihbûyînê be û hîn jî di wesfa daristanê de be ev bi awayekî otomatîk di bin rîskê de ye û li wir qadeke ji bo rantê heye. Mesela, li Girava Kudur a li Yaylakavak a Bodrûmê gelek caran şewat çêbû. Pir dar lê tune ne. Lê Lê qadeke xwedî taybet e. Ji xeynî qadên wê yên sîtê û qadên sîtê yên xwezayî gelek qadên ji bo masiyên fokî hene. Wesfa wê ya mêrgî heye. Tê zanîn hin kesan çav berdaye wir. Îjar ne mimkun e ku mirov bêje şewatên li vira tesadufî ne. Hin kes qadên tûmî yên li wira bi awaykî dişewitînin û paşê dibêjin ji xwe tu taybetmediyeke wê ya tûmî/makî jî nemaye û hewl dide veguherîne qada rantê. Loma 80 ji sedî şewitandina daristanên di salên dawî de ji bo rantê ne." 
 
Koyûncû, bilêv kir ku ji bo rê li ber va şewatan bê girtin divê di serî de rêveberiyên herêmî ji bo bîrbiriyeke hawirdorê çêbibe tev bigerin. 
 
‘DEWLET JI BO ŞEWITANDINA DARISTANÊN LI ROJHILAT XWE LI KORÎTIYÊ DATÎNE' YUMUYOR’
 
Koyûncû, anî ziman ku li rojhilatê welat jî dwlet ji bo şewitandina daristanan bi zanebûnî xwe li korîtiyê datîne. Koyûncû, diyar kir ku li rojhilat ji ber şer, ji ber gule û hawanên tên avaêtin her sal agir bi daristana dikeve û got: "Dewlet bi taybetî naxwaze agirên li wir bên tefandin. Çimkî dibêje daristanên li wir qadaên hêwirandinê yên gerîlaya ne û ji bo vê xwe li korîtiyê datîne û dibêje 'bila bişewite.' Ev jî dibe sedema mirina bi hezaran giyaneweran û tunebûna bi hezaran hekatr qadî." 
 
MA / Esra Solin Dal