Ekolojîst Barka: Heskif di bin avê de bimîne wê mirov bifetise

img

ÎZMÎR - Ekolojist Ertugrul Barka, bal kişand ser talankirin û wêrankirina warê dîrokî Heskifê û anî ziman ku bi vê yekê dixwazin Heskîfê bê nasname bihêlin û got: "Ger ku Heskif di bin avê de bimîne wê mirov bifetise. Divê her kes li Heskifê xwedî derkevin." 

Di salek dawî de talankirin û wêraenkirina warê dîrokî Heskif zêde dibe. Her roj bi kepçe û dîmamêtan warê dîrokî hildiweşînin û ruyê Heskifê yê dîroka 12 hezar salan xera dikin û wêran dikin. Ekolojist Ertugrul Barka bertek nîşani talankirin û wêrankirinê da û wiha got: "Ji bo sermaye xwe mezin bike dîrokê talan dike. Hikûmeta heyî xwezayê wêran dike û li şûna wê warên metal, beton û madenê dihêle. Warên av, darkistan û kendavan tevî wêran dike û li şûna wan înşaetê pêş dixe. Heskif hem di milê ekolojiyê de û hem jî di milê çand û dîrokê de warekî pir girîng û bi wate ye. Divê ekolojîst li dijî vê yekê têkoşînek mezin pêş bixin. Heskef di milê dîroka mirovahiyê de gelek girîng e. Ger ku Heskif wêran bibe û di bin avê de bimîne mirovahî bê nefes dimîne. Divê ji çar aliyên cîhanê berê xwe bidin Heskifê û li Heskifê xwedî derkevin." 
 
Barka bêdengiya Rojavayê Tirkiye jî rexne kir û xwest kesên mafê xwezayê diparêzin li hemberî talankirin û wêrankirina Heskifê bêdeng nemînin û wiha bi dawî kir: "Dewlet bi talankirina Heskifê gelek quçan xera dike. Bi çêkirina bendavê hem xeta ewlehiyê av dike. Hem çand û dîrokê winda dike. Rê li pêş bişaftinê vedike. Hişê civakê û dîroka mirovahiyê tune dike. Ger ku hûn hafiza dîrokê winda bikin hûn dê ji çand û dîrokê jî dûr bikevin. Hûn dê bê nasname bimînin. Ji vê yekê dixwazin mirovahiyê bê nasname bihêlin. Ji ber vê yekê Heskif pir girîng e. Bi tunebûna wê mirov wê ji mîrateya xwe ya dîrokî bêpar bimînin. Bifikirin Bajarê Antîk Machu Picchu yê li Perû tune dibe. 
Di warên wisa dîrokî de hemû mirovahî nasîbê xwe jê digire. Dixwazin çanda dîroki ya li dijî mêtîngeriyê li ber xwe dide winda bikin û bidin ji bîr kirin. Yek ji cihê ku tê talankirin jî Gire Xerabreşkê ye. Holdingên li Tirkiye li goırî xwe li Girê Xerabreşkê lêkolîn dikin. Di 20 salan de bi 20 milyon dolaran bûn sponsor. Niha Girê Xerabreşkê xistine xizmeta sermaye û holdingan."
 
LI HESKÎFÊ MIROV BÊ NEFES DIMÎNE
 
Barka, herî dawî destnîşan kir ku temenê Bendavan pir kurt e û xwest her kes bi awayekî ciddî li dijî talankirina Heskifê derkevin. Heskif ji bo dîroka mirovahiyê pir girîn e. Li wir dibe ku Kurd dijîn. Lê nayê wê hateyê ku tenê Kurd lê xwedi derkevin. Ev dewlemendiya mirovahiyê ye. Hemû nijad, bawerî û çand li vir veşarî ye. Ger ku Heskif di bin avê de bimîne mirovahî wê di bin avê de bimîne. Ne tene Heskif wê mirovahî bifetise."