Çiyayê Cudî dişewite

img

ŞIRNEX - Li qada Çiyayê Cûdî yê li Şirnexê agir bi daristanê ket. 

 
Li qada Çiyayê Cûdî yê Şirnexê agir bi daristanê ket û daristan dişewite. Agirê bi dakistanê ket her ku diçe pêtên agir mezin dibe û belav dibe. Agirê bi daristanê ketiye ji gelek aliyan ve û ji dûr ve tê dîtin. Hat diyar kirin ku heta niha ji bo vemirandina agir tu mudaxale nehatiye kirin. Hin çavkaniyan diyar kirin ku ji ber li herêmê operasyona eskerî heye agir bi daristanê ket. Hin çavkaniyan jî anî ziman ku ji ber kesên çûne seyranê agir derketiye û daristan dişewite. Şewata daristanê didome.