Şewata li Dersimê hildan bin kontrolê

img

DERSIM – Welatî û komên agirkujiyê şewata li çoltera Dersimê duh derketibû xistin bin kontrolê. 

 
Li gundên Uzuntarla û Guleç ên girêdayî navenda Dersimê duh nîvro şewat derketibû û li herêmê berfireh bûbû. Komên agirkujiyê yên Miduriyeta Daristanê ya Herêmê û welatiyên dildar mudaxeleyî şewatê kirin. Di encama mudaxeleyê de şewatê hildan bin kontrolê. 
 
Li herêmê xebata vemirandina şewatê didome.