'Qanûna Parastina Havzaya Gola Wanê' bikin zagon

img
WAN - Danezana Komxebata Rojên Gola Wanê aşkere bû. Di komxebatê de beşdaran xwestin ku Tesîsên Parzinandina Avê bi awayekî çalak bê xebitandin, Tesisa Parzinandina Bîyolojîk a Pêşketî demek berî demekê têkeve meriyetê û “Qanûna Parastina Havzaya Gola Wanê" bibe zagon. Dîsa xwestin ji bo Gola Wanê di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO de cihê xwe bigire xebatek hevpar bê meşandin. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di 18'ê Gulanê de “Rojên Hayilkirina Havzaya Gola Wanê" li dar xist. Di vê çarçoveyê de Meclîsa Şaredariyê Komxebata Rojên Gola Wanê li dar xist û encamnameya komxebatê bi raya giştî re parve kirin. Komxebata ku di 19'ê Hezîranê de hat li darxistin, nûnerên gelek sazî û rêxistinên demokratîk amade bûn. Piştî komxebatê encama danezanê bi raya giştî re parve kirin. Di danezanê de xwestin ku tesîsên parzinandina bermahiyên avê bi awayekî çalak bê xebitandin û Tesîsa Parzinandina Biyolojîk a Pêşketî bê avakirin. Dîsa xwestin "Qanûna Parastina Havzaya Gola Wanê" bibe zagon. Beşdaran xwest ji bo Gola Wanê di nava Mîrateya Cîhanê ya UNESCO de cihê xwe bigere xebat bên meşandin. 
 
Di komxebatê de ev nirxandin hatin kirin: 
 
“* Tesîsa Parzinandina Bermahiyên Avê ya Îskeleyê temenê xwe yê aborî derbas kiriye û êdî avê paqij nake. Rojê 240.000 m3 ava qirêj derbas dibe û ji vê avê tenê Rojê 85.000 m3 avê paqij dike. Divê saziyên eleqeder bi lez vê tesîsê xebatên rehabiliteyê bidomînin û bi awayekî çalak bê xebitandin. Divê Tesîsa Parzinandina Biyolojîk a Pêşketî bê avakirin. Divê Banga Bajaran bê navber krêdî ji bo cewariyê razîne. 
 
* Divê kapasiteya heyî bi çalak bê xebitandin, bi plan avahî bên çêkirin, divê ji plan û rêgezan tawîz neyê dayîn. Projeyên Tesîsên di bin qeydan de ku hatine ceribandin, perwerdehiya gel a der barê tenduristiya derdorê de wekî hedef bên girtin. 
 
* Divê Banga Bajaran ji bo tesîsa Bermahiyên Avê ya Havzaya Gola Wanê fînansê bide şaredariyên eleqeder. 
 
* Ji bo lehî ranebe, divê çemên diherikin ser golê bên paqijkirin. Divê havzayên drenajê bi bên plankirin û li van deran avahiyên kaçak neyên avakirin. 
 
* Divê hemû derdor ji bo Havzaya Gola Wanê bê parastin bi Meclîsa Tirkiye re hevdîtin bikin û bixwazin “Qanûna Parastina Havzaya Gola Wanê" bibe zagon. 
 
* Ji bo parastina Gola Wanê divê Plana Çalakiya Havzaya Golê têkeve meriyetê. 
 
* Ji bo gola pir xweşik, şîn û bi soda bê parastin divê di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO de cihê xwe bigire û hemû saziyên eleqeder têkevin nava hewldanan. 
 
* Dema çem û rûbarên diherikin ser golê hatin paqijkirin, divê demsala koçberiya Masipankan ya 15 Nîsan û 15'ê Tîrmehê li ber çavan bê girtin. 
 
* Ji bo bermahiyên malan, li gorî Projeya Maddeyên Hişk bên Entegrekirin di depoyên hov de bên islahkirin. 
 
* Kavil û bermahiyên li nava bajar ên bên kontrol li peravê golê tên valakirin, rê li pêş tahrîbata ekolojîk vedikin. Divê sazî û rêxistinên eleqeder baldar tev bigerin. Li dijî vê yekê karên fermî bên kirin. 
 
* Divê şaredarî pergala komkirina berhemên ambalaj ava bike Di xebatên veguhestina bajar û xebatên karê îskan û ruhsatê de, qadên komkirina bermahiyan bê avakirin. 
 
* Ji bo di ekosistemê de pirsgirêk dernekivin li kendavên avê qadê komkirina rûnê sintine bên avakirin. 
 
* Dive li gorî xweza, çand û ruyê Gola Wanê û li gorî pergala ekosistemê warên dîrokî bên parastin. 
 
* Xebatên zanebûn û perwerdehiyê ji aliyê kesên ne erkdar ve tê meşandin. Divê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî rolek çalak bide ser xwe. 
 
* Ji bo danasîn û parastina Gola Wanê divê fîlmên kurd bên amadekirin û li bîlbordan hişyarî bên kirin.