Ekolojist Yalniç: Divê îktîdar dest polîtîkayên şer ên xwezayê talan dike berde

img

AMED - Ekolojîst Guner Yalniç, bal kişand ser talankirin û wêrankirina xwezayê û xwest îktîdar dest ji polîtîkayên şer ên xwezayê talan û wêran dike berde. 

Li Bajarên Kurdan di rojên dawî de bi sed hezaran dolim zevî şewitîn. Zeviyên genim, ceh, dah û rezên welatiyan şewitîn. Debara hezaran welatiyan a salê tev şewitî û bû xwelî. Têkildarî agirê bi zeviyan dikeve û talankirina xwezayê Ekolojist Guner Yalniç, nirxandin kir. Yalniç, anî ziman ku daristan ekosistema herî mezin a cîhanê ye û li daristanan bi hezaran nebat dijî û wiha got: "Di talankirin û wêrankirina ekosistemê de polîtîkayên pergala kapitalist heye. Li bajarên herêmê, Tirkiye û cîhanê bi sedemên cuda zevî û daristan tên şewitandin. Herî zêde daristanên qadên turîzmê tên şewitandin. Kesên bi turizm, maden û sektora şer eleqeder dibe xwezayê dişewitînin. Li welatê me jî ji ber polîtîkayên şer daristan û zevî tên şewitandin. Em rêxistinên ekolojiyê hatin cem hev û me li dijî şewitandina xwezayê deklarasyonek hevpar weşand. Divê saziyên eleqeder guh bidin dengê ekolojîstan. Guh bidin têkoşîna hiqûqî. Hemû qadên tên şewitandin xizmeta pergala kapîtalîzmê dike. Divê ekosistema daristanê bê parastin. 
 
Yalniç, bal kişand ser talankirin û wêrankirina xwezayê û xwest îktîdar dest ji polîtîkayên şer ên xwezayê talan û wêran dike berde.