Dixwazin gundên li ser Çemê Dîcleyê vala bikin

img

SÊRT – Ji ber Bendava Ilisûyê 199 gundên li ber qeraxê Çemê Dîcleyê dê di bin avê de bimînin.

Bi salane çêkirina Bendava Ilisûyê didome. Tê xwestin navçeya Heskîfê ya xwedî dîroka 12 hezar salan û Çemê Dîcleyê di bin ava Bendavê de bimîne. Li gel daxuyaniyan jî ku digotin dê di 10’ê hezîranê de qapaxên bendavê bê girtin lê hêj pêk nehatiye. Tevî ku girtina qapaxên Bendava Ilisûyê ne diyare jî lê tê xwestin bi dehan gundên li Geliyê Dîcleyê bên valakirin.
 
Hat zanîn ku heyetek ji Miftîtiya Sêrtê çûne gundên Ewtê û Bêlekê yên bi ser navçeya Misircê û ji gundiyan re gotine “Dibe ku her kêlî deriyên bendavê bê girtin û gundên we di bin avê de bimînin. Ji bo valakirina gund amade bin.” 
 
‘EM NIZANIN DÊ KENGÊ PÊŞIYA AVÊ BIGIRIN’ 
 
Ji şêniyên gund Ewtê Tekîn Aktaş diyar kir ku heyetek ku ji miftîtiyê çûye gundê wan gotine bi armanca “tedbîrê” dê di demek kin de deriyên bendavê bên girtin. Aktaş anî ziman ku dîroka girtina deriyên bendavê nedane wan û got: “Em nizanin dê kengê av pengar bide. Ji me re dibêjin ji bo derketina gund amade bin. Ji bo em ji gund derkevin ji me re dibêjin amadekariyan bikin, lê sozên xaniyên dê çêbikin pêk neanîne. Em nizanin wê pêşiya avê bigirin an negirin.” 
 
JI BO MALÊN HÊJ XILAS NEBÛNE PEYMAN 
 
Hat ragihandin kul i çend gundên jî yên di bin bendavê de dimînin bi rêya meleyan hişyarî hatine kirin û li navçeya Heskîfê jî hêj malên nehatine temamkirin dixwazin bidin welatiyan. Li gel ku xanî amade nebûne jî rayedarên Înşata Guneştekîn ji şêniyên Heskîfê re gotine “me xaniyan bêkêmasî dewr girt” û xwestine peymanê bi welatiyan bidin îmzekirin. Hat zanîn ku şêniyên Heskîfê jî gotine ji bo xaniyên hêj temam nebûne dê bi vî awayî peymanê îmze nekin. 
 
GUNDÊN DÊ DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN 
 
Gundên di bin ava bendavê de dimînin wiha ne: 
 
"* Gundên Kerboranê: Germav, Zengan, Kayapınar, Amara, Liyan.
 
* Gundên navçeya Basa: Liyan, Geri, Tarûnî, Guvinan, Demirbogaz, Dagyelî, Gumuşkaya.
 
* Gundên girêdayî navenda Sêrtê: Yokuşbaglari, Meşelîdere, Baglica, Hadît, Kutmis, Xert, Ciwanîka, Şemsê, Mehîna, Daraalp, Aynbaran, Kutluca, Yukluce, Ogulcak, Komarl, Aktaş, Arpali, Duzluce, Bakir, Çinarlisu.
 
* Gundên girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê: Guveşil, Girdara, Kemerlî, Gundik, Taşdîbek, Ginyanis, Rexîne.
 
* Gundên girêdayî navçeya Misircê ya Sêrtê: Uluaga, Girigavana, Ayacik, Akçali, Yurekveren, Dîbek, Kendelan, Aydemîr, Tatli, Karabedîr, Cefan, Atalay, Yenîkopru, Baglica, Bêlekê, Başûran, Erenler, Meydandere, Kurşunkoy, Mollahasan.
 
* Gundên girêdayî navçeya Heskîfê: Kedil, Magarali, Atlihan, Çardakli, Karagil, Difnê, Sakli, Koyunlu, Palamut. 
 
* Batman merkeze bağlı köyler: Yeniköy, Balpınar, Zor, Segırkan, Şeyhçoban, Soğuksu, Çayüstü, Serkani. 
 
* Gundên girêdayî navçeya Qubîn a Êlihê: Tepecîk, Dusakdik, Derdevîn, Pompali, Çakilli, Mezareş, Mezrik, Kiyimli, Cimsarip, Çîmenlî.
 
* Gundên girêdayî navçeya Kercewsê ya Êlihê: Kantar, Delasor, Otlu
 
* Gundên girêdayî navçeya Bismilê ya Amedê: Kinik, Mirkulyan, Aluç, Yapilar, Sefarî, Badî, Înardi, Korukçu, Yenîce, Aş, Oba, Çoltepe, Tepê, Aygeçît, Kayabaşi, Kenan, Sînan, Seletê, Agilkoy, Bozçali, Kasrişahîn.
 
MA / Metîn Yoksu