'Divê parêzvanên jiyanê ji bo Heskîfê têbikoşin'

img

ÎZMÎR - Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya HDK'ê Tîmûr Taşdemîr, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Heskîfê ku dê ji ber Bendava Ilisûyê di bin avê de bimîne û ji bo vê bang li parêzvanên jiyanê kir. 

Wê Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezar salî di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne. Ji bo Heskfî di bin avê de nemîne gelek derdorê bertek nîşanî çêkirina Bendava Ilisûyê ya li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin didin. Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îmzîrê Tîmûr Taşdemîr jî bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Heskîfê, û bilêv kir ku diyar kir ku herî dawî ew di 17'ê Hezîranê de çûne Heskîfê û wan li gor çavdêriyên xwe xebatek amade kiriye û ew ê di demeke kurt de vê xebatê bi raya giştî re parve bikin. 
 
Tîmûr, destnîşan kir ku dîrokeke mukemel a Heskîfê heye û hîn jî nayê zanîn ev bajarê dîrokî ji aliyê kê ve hatiye avakirin. Tîmûr, diyar kir ku Heskîf ji aliyê gelek civakên cuda ve bi navê cuda hatiye binavkirin û yek ji warê sereke yê mirovahiyê ye. 
 
‘DI SERÎ DE DIVÊ PARÊZVANÊN JIYANÊ JI BO HESKÎFÊ BITÊKOŞIN' 
 
Tîmûr, diyar kir ku raya giştî pir nizane wê bi Bendava Ilisûyê re çi bê windakirin. Tîmûr, destnîşan kir ku bi Bendava Ilisûyê ku wê emrê wê 50 sal be, wê bermayiyên kokên mirovahiyê, destpêka çandniyê û bermayiyên gelek şaristaniyan di bin avê de bimînin. Tîmûr, destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin û got: "Ev der mîrateya hevpar a dîroka mirovahiyê ye. Demildest div xwedî li vê dîrokê bê derketin." 
 
Tîmûr, çavdêriyên xwe yên di dema serdana ji bo Heskîfê de jî parve kirin: "Hin şikest bi betonê hatine girtin. Me sedema vê pirsî, ji me re gotin 50 sal şûnde dema bendav bê rakirin em ê van betanona cardin raakirin û wê Heskîf careke din veguhere bajarekî dîrokî. Çima we bi betonê girtin û çima hûnê rakin? Ev tiştekî çawa ye. Pêdiviya Tirkiyeyê bi vê bendavê tune ye. Eger hebe jî bi hezaran herêm hene. A rast bi vî awayî dixwazin gelên li vira çavtirsandî bikin. Qezenca ji bendavê bê jî wek ji dehan ne pareke vê windahiyê be jî. Careke din dibêjim divê em Heskîfê biparêzin. Di serî de divê parêzvanên jiyanê li dijî vê bitêkoşin." 
 
MA / Nîmet Olmez