Girtina qapaxên Bendava Ilisû taloq kirin

img
ÊLIH - Dihat fikirîn ku qapaxên Bendava Ilisû ku dê navçeya Heskîfê dibin avê de bihêle, di 10’ê Hezîranê de bên girtin, lê ji ber “Qonaxa testê” û “Ewlekariya dê av heya demekê neyê birîn ya ji bo Hikumeta Irakê hatiye dayîn” nehatin girtin
 
Ji ber Bendava Ilisû ya lêkirina wê dewam dike, navçeya Heskîf a Êlihê ku xwedî dîrokek 12 hezar salane, dê dibin vê de bimîne. Çawan ku av di bendavê de bê komkirin, li gel Heskîfê, Çemê Dîcle û 199 cihûwar dê dibin avê de bimînin. Ji bo welatiyên Heskîfê li qûntara Çiyayê Raman ciwarbûn hat avakirin. Di civîna koordînasyonê ya berî li navçeyê hat lidarxistin de, hat aşkere kirin ku kar û barên valekirina cihûwaran dê dinavbera 15’ê Gulan û 15’ê Hezîranê de, bê tamam kirin. Lê ji ber ku binesaziya cihê nû yê welatiyan temam ne bûye, malên li Heskîfê nehatin vale kirin.    
 
DERÎ NE GIRTIN
 
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, di axaftina xwe ya berî hilbijartina 31’ê Adarê kir de, da bû diyar kirin ku Bendava Ilisû ji sedî 98 temam bûye û dê di 10’ê Hezîranê de ava bê komkirin. Duh li bendê ku qapaxên bendavê bên girtin û ava bê komkirin. Lê qapaxên bendavê nehatin girtin û hat destnîşan kirin ku heya demek dirêj dê qapaxên bendavê neyên girtin. 
 
Li gorî agahiyên rayedarên Karê Avê yê Dewletê (DSÎ), ji ber rewşên teknîkî heya demek dirêj jî ne mimkûne ku qapaxên bendavê bigirin. 
 
‘BENDAV NÎNA JÎ TEMEM NE BÛYE’
 
Yaredarekê DSÎ yê din jî, diyar kir ku kar û barên barkirin û tijekirinê yên li Heskîfê hîna temam nebûne û ewlekariya dê av heya demekê neyê birîn ji bo Hikumeta Irakê hatiye dayîn. Rayedar, da zanîn ku bendav hîna temam nebûye û qonaxa testê ya bendavê dewam dike.