'Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê hîn jî ne dereng e!'

img

ÊLIH – Berdevkê Têkiliyên Navnetewî ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Ercan Ayboga, bang li her kesî kir û got: "Hîn jî ji bo Geliyê Dîcleyê û Heskîfê ne dereng e." 

Li gorî daxuyaniyên fermî, wê Bendava Ilisûyê di 10'ê Hezîranê de avê bigire. Bi vê re wê Heskîfa dîrokî bi temamî di bin avê de bimîne. Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne ji gelek welatan 87 tevgerên ekolojiyê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em bang li hemû derdorên li Tirkiye, Sûriye, Iraq û cîhanê destekê didin daxwaza me dikin ku destekê bidin daxwaza me." Berdevkê Têkiliyên Navnetewî ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Ercan Ayboga, der barê vê bangawazî û daxuyaniyê de axivî. 
 
Ayboga, diyar kir ku dê daxuyanî û bangawaziyên der barê Bendava Ilisûyê de bidomin. Ayboga, destnîşan kir ku eger bendav avê bigire wê Heskîf di bin avê de bîmine û ew li dijî vê tev digerin. Ayboga, got: "Di vê metnê de cidiyeta vê pêvajoyê bi bîra civakê tê xistin û bangawaziya ji bo mezinkirina têkoşînê heye. Bangawaziya me tenê ne ji bo raya giştî, di heman demê de ji bo dewletê ye jî. Çimkî ji bo em texrîbata ku dê ji ber vê projeyê rû bide diyar bikin em bang li dewletê jî dikin. Lê bangawaziya me ewilî ji bo saziyên civaka sivîl, derdorên demokratîk e. Divê em bi hev re tev bigerin û têkoşînê xurt bikin." 
 
'EM NIZANIN EM Ê ÇI WINDA BIKIN' 
 
Ayboga, destnîşan kir ku dê bi vê bendavê tenê Heskîf, dê 119 deverên din jî di bin avê de bimînin. Ayboga, diyar kir ku heta niha li Heskîfê 7 berhemên dîrokî hatine veguhastin, lê belê Heskîf tenê ne ev tişt in û got: "Li Heskîf û Geliyê Dîcleyê hîn gelek qadên arkeolojîk ên nehatine kolandin hene. Her wiha belkî bi sedan deverên nehatine keşişfkirin jî hene. Lê hîn jî li van deverên kolandinê em nizanin em ê çi winda bikin." 
 
‘EGER TÊKOŞÎN HEBE WÊ ÎKTÎDAR BI PAŞ VE GAV BAVÊJE' 
 
Ayboga, destnîşan kir ku eger têkoşîneke mezin hebe wê kesên bendavê çêdikin bi paş ve gav bavêjin û got: "Dê îktîdar li cihê xwe yê heyî nikaribe tev bigere. Lê wexta têkoşîn hebe wê bi paş ve gav bavêje. Belkî li Tirkiyeyê di van şertan de pir zehmet be, lê hindik be jî me mînakên bi vî rengî ji bo hin bendavên li Dersimê dîtîn." 
 
'NE DERENG E' 
 
Ayboga, destnîşan kir ku divê Heskîf tim di rojevê de be û got: "Lê belê divê tu kes nebêje 'her tişt qediyaye'. Ji bo Geliyê Dîcleyê û Heskîfê hîn jî ne dereng e." 
 
MA / Metin Yoksu