Tê gotin dê Bendava Ilisu di hezîranê de avê bigire

img

SÊRT – Hat zanîn ku Bendava Ilisû ya ku dê Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar salî û gellek gund û eraziyên gundiyan di bin de bimîne ji 10’ê hezîranê şûn ve dê avgirtin dest pê bike. 

Di çarçoveya Projeya Anatoliya Başurojhilat (GAP) de li ser Çemê Dîcleyê Bendava Ilisuyê tê çêkirin. Çêkirina Bendava Ilisuyê ji 2006’an ve dest pê kir. Ji ber bendavê dê Navçeya Heskîfê ya Êlihê ku xwedî dîroka 12 hezar salî ye di bin avê de bê hiştin. Li gel Heskîfê wê bi dehan gund û bi hezaran donim erdê gundiyan jî di bin avê de bimîne. Tê gotin ku demek hindik maye ev şûnwarên jiyanê di bin avê de bimînin. Hat ragihandin dê bendav ji 10’ê Hezîranê şûn ve dê qapaxên bendavê bên girtin û dest bi avgirtinê bike. 
 
Mijara bendavê di civîna Desteya Kordînasyona Bajêr a Sêrtê de hat rojevê. Walî Alî Fuat Atîk jî beşdarî civînê bû. Walî Atîk daxuyand ku dê bendava Ilisuyê ji 10’ê hezîrana 2019’an ve dest bi avgirtinê bike û hat zanîn ku walî xwestiye hemû cihên jiyanê yên dê di bin avê de bimînin ji bo bên valakirin tedbîr bên girtin. 
 
BANDORÊ LI SER 5 BAJARAN DIKE 
 
Qapax ango rikinê Bendava Ilisu li Navçeya Kerborana Mêrdînê hatiye avakirin. Cihê avgirtina bendavê di navbera Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn û Şirnexê de cih digire. Bi avgirtina bendavê re dê bi Heskîfa dîrokî re bi giştî 99 gund û mezra û bi hezaran donim erd di bin avê de bimîne. 
 
WÊ BI HEZARAN CIHÊN DÎROKÎ DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN 
 
Li gorî rapora Hewldana Jiyandina Heskîfê ku berê amade kiribû bi van gundan re dê nêzî 250 gir ango tilm, ji 5 hezarî zêdetir şikeft û ligel van jî dê mizgeft, minare, dêr, tirbe, pirên dîrokî, wek goristan û gellek cihên bi nirx û cihên dîrokî di bin avê de bimînin. 
 
WÊ TALANA ÇANDÎ Û EKOLOJÎ BI XWE RE BÎNE 
 
Piştî Bendava Ataturkê bendava duyemîn mezinttirîn a Tirkiyeyê Bendava Ilisuyê ye û wê rê li ber hilweşandina çandî û jiyana xwezayî vebike. Wê bendav bandorek mezin li ser jiyana xwezayê û sewal û rawirin bike. Ekolojîst bi salane hişyar dikin ku dê bendav talana ekolojîk û çandî bi xwe re bîne. 
 
MA / Omer Akın