Li Forûma Avê ya Mezopotamyayê texrîbatên Bendava Ilisûyê hatin nîqaşkirin

img

ÊLIH – Derhêner Alî Ergul, bilêv kir ku rojeva sereke ya Forûma Avê ya Mezopotamyayê texrîbatên ku dê Bendava Ilisûyê li erdnîgariya Mezopotamyayê çêbike bûne. 

Li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe, di navbera 6-8'ê Nîsanê de bi beşdarbûyîna 150 nûnerên rêxistinên civakî yên cîhanê Forûma Avê ya Mezopotamyayê pêk hat. Yek ji kesên tev li forûmê bû jî derhêner Alî Ergul bû. Ergul, diyar kir ku di forûmê de herî zêde behsa Bendava ilisûyê hatiye kirin. 
 
Ergul, diyar kir ku di forûmê de texrîbatên ku dê ji ber çêkirina Bendava Ilisûyê ya li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin rû bidin hatine nîqaşkirin û got: "Bendava Ilisû û projeya HES'ê dê tenê tesîrê li Heskîfê û deverên din ên dê di bin avêde bimînin neke. Wê tesîrê li devereke berfireh bike. Eger ev bendav çêbibe wê ji bo erdnîgariya Mezopotamyayê bibe cihê texrîbatên gelekî mezin. Loma Bendava ilisû û projeyên HES'ê pir hatin nîqaşkirin. Di danezana encamê de ji bo Heskîfê maddeyeke cuda hat nivîsandin." 
 
'PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI ENERJIYÊ TUNE YE' 
 
Ergul, anî ziman ku ji ber cara ewil e forûm pêk tê hin kêmasiyên wê hebûn, lê belê her ku pêk bê wê kêmasî jî biqedin. Ergul, got: "Eger ev forûm veguherin toreke têkoşînê, wê îktîdar jî mecbûr biîmin polîtîkayên cuda pêk bînin. Wê ev jî ji bo jiyanê bibe cihê şansekî din." 
 
Ergul, diyar kir ku dewlet û îktîdar li hemberî xwezayê polîtîkayên talanê pêk tînin û bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê. Ergul, bilêv kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi enerjiyê tune ye û got: "Di warê enerjiyê de dewlemend e. Tê gotin ji bo ava vexwarinê bendav tên çêkirin, na ev ne rast e." 
 
MA / Metin Yoksu