Li Geliyê Mamedîkê pîvok mizgîniya biharê didin

img
WAN – Li Geliyê Mamedîka Wanê piştî helandina berfê ya li hin deveran pîvok şîn bûn û adeta bi bejn û bala xwe mizgîniya biharê didin nîşandan. 
 
Li herêma Wanê şilî ango zivistan dijwar derbas dibe. Îsal berfek dijwar li herêmê bariya û jiyanê tevizandibû. Ber bi destpêka demsala biharê re ku berf dihele cihê seqema xwe ji kulîlkan re berdide. Li Geliyê Mamedîk a girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê pîvokên reng xumrî ku şîn bûn adeta mizgîniya biharê didin derdorê. Pîvokên mizgîniyê didin û bi rengên xwe bala mirovan dikişînin ser xwe li cihên avî şîn dibin. Tê gotin emrê pîvokan ango kulîlkên wan mehek e. Piştî ku çêre şîn û bilind dibe pelên pîvokan diweşin û dawî li demsala wan tê. 
 
Wêne: Fazil Elçî