TMMOB: AKP bi projeya Kendava Îzmirê derî li tantê vedike

img
ÎZMÎR – Berdevkê Demî yê ÎKK ya TMMOB'ê ya Îzmirê Melîh Yalçin, der barê projeya Kendava Îzmirê de nirxandin kir û diyar kir ku AKP, bi vê projeyê deriyê herêmê li tantê vedike. 
 
Serokê Meclisê Bînalî Yildirim dema Namzetê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmirê bû, di 2014'an de Projeya Rêboran a Kendavê ya Îzmirê amade kir. Yildirim navê “Gerdana Zêrîn a Kendavê" li projeyê kiribû. Herêma ku proje lê têkeve meriyetê yek ji herêmên ku herî zêde cureyên çûka lê dijîn e. Herêma Çemê Gedizê ku qada ekolojîk û biyolojîk e qada jiyanê ye û bi vê projeyê dê tune bibe. Li gel taybetiyên vê qadê yên ekolojîk û biyolojîk dîsa ÇED'ê rapora erênî dabû. Piştre Platforma Çand û Derdorê ya Ege, Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Komeleya Xwezayê jî di navde 85 welatiyan li dijî raporê îtîraz kiribûn û doz vekiribûn. Piştî vê yekê dadgehê biryar da ku projeyê rawestînin. 
 
Berdevkê Demî yê Koordînasyona Lijneya Bajar a ÎKK a Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) yê Îzmirê Melîh Yalçin, der barê projeya Kendava Îzmirê de nirxandin kir. Yalçin, anî ziman ku AKP, bi vê projeyê deriyê herêmê li tantê vedike. Yalçin, destnîşan kir ku ev proje ji bo îzmîrê ne lazim e û wiha got: "Em dibînin ku ji ragihandinê zêdetir armanc cuda ye. Bi vê projeyê dixwazin deriyê qadê li rantê vekin. Balkêş e ji bo projeyê ÇED'ê rapora enênî da.  Nêzî 5 milyar dolar pere li vê projeyê xerç kirine. Ji ber ku xebatên etutê nehatine kirin ne projek rasteqîn e. Ger ku proje hatibûya qebûlkirin bêtir pere hatibûna xerçkirin. Pereyên li vir hatin xerçkirin dikarîbûn li pêdiviyên baştir xerç bikin. Ji bo ragihandina bajar divê li gelek cihên din xebatên metro bên avakirin. Di civînê de me pêşniyar kirin. Lê pêşniyarên me zêde li ber çavan nehatin girtin. Niha darazê proje rawestandiye jî lê disa em bi fikarin ku xebatên projeyê berdewam bikin. Bi vê projeyê xwezaya Îzmirê talan û wêran dikin û qada rantê vedikin. Ger ku ev proje têkeve meriyetê talûkeya Stenbol dê li Îzmirê jî pêş bikeve. Yên ku Stenbol mahf kirin Serokomar Recep Tayyip Erdogan e. Wekî Stenbolê Îzmir jî bi talûkeyek mezin re rû bi rû ye."
 
MA / Ruken Demîr