Hemû projeyên bendav û HES’ên li Munzurê hatin betalkirin

img
DERSIM – 3’yemîn Dadgeha Îdareya Enqereyê hemû projeyên bendav û HES’an ên li Parka Millî ya Munzurê tên plansazkirin betal kir. 
 
Gelî û çemên li Dersimê bi projeyên bendav û HES’an tê tunekirin. 3’yemîn Dadgeha Îdareya Enqereyê projeyên bendav û Santralên Hîdro Elektrîk (HES) ên tên xwestin li Parka Millî ya Munzurê bên çêkirin betal kir. Meclîsa Bila Munzur Azad Biherike têkildarî betalkirina projeyan daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî li ber Ziyareta Ana Fatma ya li qeraxê Çemê Munzurê pêk hat û aktîvîstên Bila Munzur Azad Biherike, hunermend Erdogan Emîr û gelek welatî beşdar bûn. 
 
5 RAPORÊN ZANIST AMADE KIRIN E 
 
Li ser navê pêkhateyan Parêzer Bariş Yildirim daxuyanî xwend. Yildirim behsa pêvajoya proje û serlêdanên ji bo betalkirina projeyan kir û diyar kir ku di encama 5 raporên zanist ên ku ji aliyê gelek zanîngehan ve hatine amadekirin biryara betalkirinê derketiye. 
 
BIRYAR EMSAL E 
 
Yildirim beşek ji biryara hêceta betalkirina projeyan xwend û got: “Çi dibe bila bibe ji bo çêkirina van projeyan rapora ÇED’ê neçariye.” Yildirim da zanîn ku biryarên ji bo betlakirina van projeyên Çemê Munzurê hatiye dayîn ji bo hemû projeyan biryarek emsal e. Yildirim anî ziman ku ev biryar ji bo projeya HES’ê ya li Mercanê jî eleqedar dike û ev biryar li Tirkiyeyê cara ewil e tê dayîn.