Ekolojîst ji bo bi hêzkirina rêveberiyên herêmî hatin gelhev

img

AMED – Tevgerên Ekolojîk, ji bo bi hêzkirina rêveberiyên herêmî û diyar kirina perspektîfên ekolojî yên serdema nû li Amedê hatin gelhev.  Di hevdîtinê de pêşniyar hat kirin ku hevdîtin diyarî Leyla Guven a li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye bê kirin.

 
Tevgerên Ekolojîk, “Hevdîtina Ekolojî ya ji bo Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” li Amedê li dar xist. Hevdîtin li Şaxa Odeya Muhendîsan a Înşaetê (ÎMO) pêk hat. Komîsyona Ekolujî ya HDP’ê, Komîsyona Ekolojî ya KCD’ê, Tevgea Ekolojî ya Mezopotamya, Yekitiya Ekolojîk a Partiya Çek û Keskan, Kollektîfa Ekolojî, Parastina Bajêrê Stenbolê, Hewldana Xwedîkirina Heskîfê û Platforma Saziya Baxçeyên Hewselê û gelek aktîvîstên ekolojîk beşdarî hevdîtinê bûn. 
 
Ji Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya Talat Çetînkaya, axaftina vekirinê ya hevdîtinê kir û wiha got: “Em ji bo bi hêzkirina rêveberiyên herêmî û diyarkirina perspektîfên ekolojî yên serdema nû hatin gelhev. Di encama nîqaşên bên kirin de emê encamnameya hevdîtinê eşkere bikin.”
 
PÊŞNIYAR HAT KIRIN KU DIYARÎ GUVEN BÊ KIRIN 
 
Çetînkaya, anî ziman ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 38 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê bûnê deye û wiha bilêv kir: “Ligel hemû binçavkirin, girtin û zextan jî çalakiyên bi hêz ên xwedî derketina çalakiya Guven hat lidarxistin. Em pêşniayar dikin ku vê xebata xwe diyarî Leyla Guven a di greva birçîbûnê deye, bikin.”
 
DARBEYA QEYÛM
 
Çetînkaya, destnîşan kir ku di sala 2016’an de qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê hatin kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev mijarên girîngin. Divê em van mijaran baş nîqaş bikin. AKP’ê  li tevahiya Tirkiyeyê pergalekê hilweşandinê ava kiriye. Emê li ser vê yekê nîqaş bikin. Li dijî vê pergala hilweşandinê, mijarên ‘Emê çawan karibin jiyanê bihûnin’ nîqaş bikin.” 
 
Piştî axaftina Çetînkaya, hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.