Ekolojîst Çirak: Ekolojiya Tirkiyeyê bi kîsikan baş nabe

img
 
ÎZMÎR - Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, bi armanca rê li ber qirêjbûna derdorê bigire ji bo kîsikên biheq qanûnek derxist. Endamê Ekolojiyê yê HDK'ê Erol Çirak qanûna hat derxistin nirxand û got: "Bi qanûneke kîsikan ekoljiya Tirkiyeyê baş nabşe." Çirak destnîşan kir ku armanca sereke ya vê qanûnê rant e. 
 
Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, bi armanca rê li ber qirêjbûna derdorê bigire ji bo kîsikên biheq qanûnek derxist. Wê ev qanûn ji 1'ê Çileya 2021'an ve mecbûrî be. Endamê Ekolojiyê yê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Erol Çirak qanûna hat derxistin nirxand û got armanca sereke ya vê qanûnê ew e hikûmeta AKP'ê rantê bi dest bixe. 
 
'JI BO RANTÊ YE'
 
Çirak, diyar kir ku ji bo Tirkiye li gorî standardên Yekîtiya Ewropayê tev bigere divê qanûnên cuda çêbike, lê belê radibe qanûnên bi vî rengî çêdike û ev yek ne tiştekî bimantiq e. Çirak, diyar kir ku armanca vê qanûnê ne ew e ku li Tirkiyeyê poşet neyên bikaranîn û got: "Armanc qezenckirina pereyan e. Hikûmeta AKP'ê hikûmeteke rantxur e. Dev bavêje kîjan qadê ji bo rantê davêje. Yanî tu derdekî hikûmeta AKP'ê û ekolojiyê tune ye. Bi rastî jî ger derdekî we yê parastina xweza û ekelojiyê hebe divê pêşî hûn vê bikin. Mantiqa qaşo wê tevkariyê li eklojiyê bikin tê bilêvkirin. Ev dereweke mezin e. Ger niha Tirkiye dixwaze ji bo ekolojî, xweza û germbûna kûrewî li gorî standardên Ewropayê tev bigere; bila rê li ber qirêjiya hewayê ya li Kizilcakoyê bigire û JES'ê rabike. Bi JES'ê xwazaya Kizilcakoyê xirab dibe û tesîreke neyînî li zeytûn û hejîran dike. Ger derdê hikûmeta AKP'ê xweza be bila qanûneke ku mirovan esas digire çêbike. Wê qanûna kîsikan a bi pereyan ji bo hinekan bibe cihê rantê. Wekî din tu armanceke vê yekê tune ye." 
 
Çirak, destnîşan kir ku Tirkiye vegueriye çopgeha rantê û wê bi vê qanûnê rê li ber gelek talankirinan bê vekirin. Çirak, diyar kir ku ger AKP di hilbijartinên herêmî de derbeyekê nexwe wê ev feraseta talanker dewam bike û wê ji bo vê yekê bi qanûnan kirasê nelitêriyan bê çêkirin. Çirak diyar kir ku ger li cihekî hiqûq tune be wê parastina derdor, mirov, xweza û demokrasiyê jî tune be. 
 
Çirak, destnîşan kir ku ji dêvla kîsikên bipere divê kîsikên bi rihetê tên bikaranîn û bên bikaranîn û got: "Divê ev yek bê berbelavkirin û ji bo vê perwerdehî bê dayîn. Dibe hûn poşetên nebaş bi kar bînin. An jî malzemeyên ambalajî yên ji kaxezan pêk tên bi kar bînin. Armanc bikaranîna malzemeyên xwezayê texrîb nekin. Ji bilî kîsan plastîk jî ket sektorê. Berê em fîleyên ji benikan dihatin çêkirin diçûn bazaran an jî dikanan. Divê ev yek bê berbelavkirin. Em hemû li vê gerestrêkê dijîn. Divê em xwedî lê derkevin. Mirovên zanyar balê dikişînin ser sala 2025'an. Wê 25 sal şûnde ev gerestrêk ji ber germahiya kûrewî bi handîkapên mezin re rû bi rû bimîne û bi vîa wayî em xwe bi xwe dawiya xwe tînin. Yanî bi kîsikekî wê ekolojiya Tirkiyeyê baş nebe." 
 
MA / Rûken Demir