Lîstika mirina 301 karkerên madenê vedibêje qedexe kirin

img
MANÎSA - Qeymeqamê Soma, lîstika mirina 301 karkerên madenê ya Somaya Manîsa vedibêje qedexe kirin. 
 
Li Navçeya Soma ya Manisayê di 13'ê Gulana 2014'an de di kana komirê de teqîn pêk hatibû. Di hilweşînê de 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn. Şanoya Mekansizlar a Soma lîstika “Bi Pereyan nayê firotin" nivîsandin û dan pêşandan. Lîstikvanên şano ku piranî ji karkerên madenê pêk tên û lîstikvanên amatorin, li Stenbol, Îzmir û Manîsayê hat pêşandan. Lîstika ku heta niha  gelek caran hat pêşandan û rastî eleqeyek mezin hat, carek din xwestin li Soma bidin pêşandan.  Yekîneya lîstika şano ji bo dubare listikê li Samo bidin pêşandan serî li rayedaran dan. Lê Qeymeqamê Somayê destûr neda û lîstik qedexe kir. Lîstika dihat plankirin ku di 15'ê Kanûnê de bidin pêşandan, rastî astengiya Qeymeqamê Somayê hat. Serokê Komeleya Piştevaniya Civakî ya 301 Madenvanên Soma Îsmail Çolak, bertek nîşanî qedexeyê da û wiha got: “Em bawer dikin ku ev lîstik nûnertiya 301 karkerên madenê û kanên komirê temîl dike. Pir baş e ku yên ev lîstik amade kirine hene. Şertên madenê vedibêjin. Em bawer dikin ku vê lîstikê hin kes bêzar kirine. Bi dehan caran  hat pêşandan. Heta niha qet rastî astengiyan nehat. Lê îro rastî astengiyan tê. 
 
Hindekarê Şanoya Mekansizlar a Samo Mehmet Ocak jî bertek nîşanî qedexeyê da û wiha got: "Yekîneya me ya şano di sala 2014'an de ji aliyê karker û xwendekaran ve hat avakirin. Vê yekîneya me îmze avêt projeyên xweşik. Ez û 3 hevalên xwe î karkerên madenê ne. Şano awêneya rastî û jiyanê ye. Lê ev lîstik qedexe kirin. Lîstika ‘Para ile satılamaz/ Bi pereyan nayê firotin" carek din jî li Soma hat lîstin. Vê carê jî me cih û roj diyar kir. Me mêvan dawet kirin. Lê lîstik qedexe kirin. Em ji şanohezên xwe lêborîn dixwazin. Lê çi dibe bila bibe em dê dîsa lîstikê li hemû bajarên Tirkiye bidin pêşandan."