3 meh in jin li dijî JES'an nobetê digirin

img

AYDIN - Li Aydinê gel bertek nîşanî JES'an didin. Li Kizilcakoyê bi pêşengiya jinan çalakiya hatiye destpêkirin 3 meh in didome. Emîne Atalan ku di civîna ÇED'ê de got "em axa xwe diparêzin" anî ziman kir ku ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin. 

Li Aydinê li her hevdu Santralên Enerjî yên Jeotermalê (JES) tên çêkirin. Niha jî li 5 gundên bajêr bîrên JES'ê tên kolandin. Wexta li Taxa Kizilcakoyê hat xwestin bîr bê kolandin şêniyên taxê bertek nîşandan û 3 meh in çalakiyê li dar dixin. Ji bo projeya JES'an civîna Nrxandina Karîgerî ya Hawirdorê (ÇED) hat lidarxistin. Tevî Wezareta Bajarsazî û Hawirdorê û rayedarên Şîrketa Anonîm a Hilberandina Ceryanê ya Gurmatê, ji gundên derdorê bi hezaran gundî jî tev li civînê bûn û gotin ew JES'an naxwazin. 
 
57 BÎRÊN JEOTERMALÊ 
 
Piştî gundiyan bertek nîşan da, rayedarên fîrmayê civîna ÇED'ê di nîvî de hiştin. Tenê ne li gundên Kizilcakoy û Dereagziyê, dê li navenda bajêr û piraniya taxên Dereagzi, Kizilcakoy, Gerenkova, Kardeş Koy û Balikkoyê yên navçeya Încîrlîova yê li 28 lokasyonan bi giştî 57 bîrên JES'ê bên kolandin. Di di çarçoveya projeyê de ji bo her sondajekê di navbera 10-16 donimî de erd bê bikaranîn. Bi kolandina van bîran re hema bêje di li herêmê qadên çandniyê û jiyanê nemînin. 
 
Şêniyên Kizilcakoy û Dereagziyê ku 3 meh in konên xwe vedane û çalakiyê li dar idxin, destnîşan dikin ku ger rayedar guh nedin wan ew ê çadirên xwe pêşî li qada bajêr a Aydinê û paşê jî li ber Meclîsê vedin. Gundî bilêv dikin ku, ew ceryana jeotermalan naxwazin, pêdiviya Tirkiyeyê bi erdnîgariya çandiniyê, bi hejîr, zeytûn û kestaneyan heye. 
 
'PARLEMENTERÊ AKP'Î: EVANA BIŞÎNIN' 
 
Di 30'yê Cotmehê de 25 jin ji bo vê yekê çûn Meclîsê. Yek ji wan jî Leyla Çiyaşen e. Çiyaşen, naveroka hevdîtina bi partiyên siyasî re çêkirin di di civîna rapora ÇED'ê ya li Taxa Dereagziyê de got. Çiyaşen, anî ziman ku bi taybetî jî jin xwedî li vê berxwedanê derketine û dê dev jê bernedin. Çiyaşen, destnîşan kir ku li Meclîsê Parlementerê AKP'ê Riza Posaci ji ewlekaran re gotiye "evana bişînin" û got: "Em 25 jin çûn Meclîsê. Me hevdîtin bi parlementerên AKP, CHP û ÎYÎ Partiyê re çêkir. Me xwest em derdê xwe bibêjin. Piştî CHP'ê me xwest em bi AKP'ê re jî hevdîtinê çêbikin. Paşê Parlementerê AKP'î Riza Posaci hat. Me jê re got, em dixwazin bi kesekî raayedar re hevdîtinê çêbikin û me xwest em têkevin hundir. Her çend wî qebûl nekir jî, lê dîsa me da pê wî. Me di korîdorê re derbas kir û paşê li ewlekeran zîvirî û got 'tu evana bişînin.' Paşê li me vegeriya got 'hûn mirovên dewlemend in hûn çi bikin bi zeytûnan. Çi fêdeya hejîran li me heye. Hûn bi jeotermalekê feqîr nabin.' Xwelî lê be, aydiniyan wî hilbijart, ma meriv van gotinan dibêje. Bi ser de ev kes li vira partiya yekemîn in. Tu dibê qey di meclîsê de em ê çi bikin ji wan. Tenê em dixwazin derdê xwe bêjin. Em dibêjin bila ev ax ziyan nebe, kulîk neçilmisin. Bila şîrkertên mezin û AKP bêrîkên xwe tije bikin û ev gel jî ji mal û milkê xwe bibe. Niha hin kes telefonî min dikin gefan li min dixwin, sixêfan dibêjin." Çiyaşen, anî ziman ku ew ê jin bi şev û biroj nobetê bigirin û dev ji çalakiya xwe bernedin. 
 
Her wiha Emîne Atalan ku ew jî çû meclîsê got: "Em çûn meclîsê jî, lê tu tişt ji wir jî derneket. Tenê me dît bê kî alîkariya me dike. Em li her derî dibêjin ev proje ji bo axa me jehr e. Me li wir jî got. Îro jî em di civîna ÇED'ê de ne. Xew bi çavê me nakeve û em ji wir diçin wir. Ev mafê me yê herî xwezayî ye, em axa xwe diparêzin." 
 
MA / Nimet Olmez