Îdîayên siyanurê ya li Şemrexê Saziyên Civakî kirin nava tevgerê

img

MÊRDÎN - Tevgerên ekolojîk û tenduristiyê, li ser îdîaya Cengîz Holdîng li gundê Şemika yê Şemrexê hewzê siyanurê avakiriye, ketin nava tevgerê û lêkolîn li gund kirin. Şandeya dinav de siyasetmedar jî hebûn, ji herêmê mînak girtin û gotin ewê şopdarê îdîayan bin.

 
Tevgerên rêxistinên civaka sîvîl û siyasetmedaran, li ser îdîayên Cengîz Holdîng a nêzî hikumetê tê zanîn li gundê Şemika yê navçeya Şemrexa Mêrdînê hewzê  siyasnurê avakiriye, ketin nava tevgerê. Şandeya ji Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, Hevberdevkê HDP’ê Onur Hamzaoglu, Seroka Odeya Bijîşkên Mêrdînê Derya Etem, Ekolojîst Abdulvahap Irmak, Serokê Odeya Bijîşkên Amedê Şerîf Demîr û gelek kesên din pêk hat, li bo lêkolînê çûn gundê Şemika. Muxtarê gund Mehmet Hadî Araç û welatiyên gund şande pêşwazî kirin. Muxtarê gund M. Hadî Araç û gundiyan derbarê mijarê de agahî dan şandeyê û diyar kirin ku li gund qadên wan ên jiyanê tên tunekirin. 
 
 
Şandeyê, ji bo lêkolînkirinê ji gund mînak av û axê girtin. Şandeyê, diyar kir ku ewê lêkolînên xwe berdewam bikin û şopdarên îdîayan bin. Şande dûre ji bo lêkolînê, derbasî qada tê îdîakirin ku dê li wir hewzê siyanurê bê avakirin bû, lê destûr nehat dayîn bikevin fabrîqeyê. Endamên şandeyê, anîn ziman ku ewê vê lêkolîna xwe bi hemû tevgerên ekolojîk ên cîhanê re parve  bikin û dûr ji herêmê veqetiyan.