Ji ber JES'an berdariya zeytûn û hejîran ji sedî 50 kêm bû

img

AYDIN -  Çalakiya nobetê ya li Kizilcakoyê ku li hemberî JES'ê tên çêkirin hat destpêkirin didome. Berdevkê AYÇEP'ê Mehmet Vergîlî, diyar kir ku av, hewa û axa bajêr qirêj bûye û got: "Ji ber germahiya 35 santralan ji sedî 50 berdariya hejîran, ji sedî 50 berdariya zeytûnan û ji sedî 30 jî berdariya kestaneyan kêm bûye." 

Li Aydin û navçeyên wê ji ber çêkirina 35 Santralên Enerjiya Jeotermalê (JES), berdariya berên çandiniyî kêm dibe. Li Kizilcakoy a navçeya Efelerê fîrmayeke sondajê xwest JES'ê çêbike, lê belê gelê herêmê ji bo JES neyê çêkirin dest bi çalakiya nobetê kir. 
 
‘PÊDIVÎ BI JES'Ê TUNE YE' 
 
Berdevkê Platforma Hawirdor û Çandê ya Aydinê (AYÇEP) Mehmet Vergîlî, diyar kir ku bajar dikin qurbana JES'a. Vergîlî, da zanîn ku herî zêde JES li navçeya Efeler, Ortaklar û Germencîkê hene. Vergîlî, bilêv kir ku ji sedî 60'ê JES'ên Tirkiyeyê li herêma wan in û ev yek tesîreke neyînî li çandiniyê dike. Vergîlî, destnîşan kir ku li gorî rapora salane ya AYÇEP'ê berdariya hejîr û zeytûnan ji sedî 50 kêm bûye û got: "Ji ber germahiya 35 santralan berdariya hejîran ji sedî 50 kêm bûye. Sala çûyîn 80 hezar ton hejîr bid est ket, lê îsal 40 hezar ton hejîr. Ji sedî 50 berdariya hejîran, ji sedî 50 berdariya zeytûnan û ji sedî 30 jî berdariya kestaneyan kêm bûye. Tenê berdariya van beran kêm nebûye, ya hemû beran kêm bûye. Qanûna parastina zeytûnan heye. Li gorî vê qanûnê li herêma zeytûnan divê JES neyên çêkirin. Lê dîsa jî tên çêkirin. Milyon û 100 hezar mirov bi gefên 70-80 şîrketî re rûberû ne. Li Aydinê 250 hezar karkerên çandiniyê hene. Ev herêmeke çandiniyê ye û pêdivî bi enerjiya JES'an tune ye. Pêdiviya Tirkiyeyê bi erdên çandiniyê û çavkaniyên debarê heye. Bi JES'an av, hewa û axa Aydinêt ê qirêjkirin û vediguherînin çolê. Her diçe darên zeytûnan hişk dibin." 
 
 
Vergîlî, destnîşan kir ku bi çêkirina JES'an qadên wan ên jiyanê tên xespkirin û ev JES tesîreke neyînî li tenduristiya gel jî dikin. Vergîlî, bilêv kir ku JES jeh re û her diçe tenduristiya mirovan xirabtir dibe. Vergîlî, diyar kir ku ev yek tesîrê li giyanewerên din jî dike û dibe sedema qedandina populasiyona çivîkan jî. 
 
Vergîlî, anî ziman ku lima îro 40 roj in şêniyên Kizilcakoyê li hemberî çêkirina JES'an çalakiya nobetê dane destpêkirin û bûn dengê gelê Aydinê jî. Vergîlî, bang li rayedarn kir û got: "Em naxwazin hewa, av û mafên jiyanê yên gelê me bên desteserkirin. Tu tişt ji jiyana mirovan ne biqîmetir e. Çareya mirinê tune ye. gefên mezin li benda Aydinê ne." 
 
‘HEKE BIVÊ EM Ê KONÊ XWE LI BER MECLÎSÊ JÎ DEYNIN' 
 
Şêniya taxê Leyla Çiyanşen jî, anî ziman ku ew xwedî li xaka xwe derdikevin û ew ê destûrê nedin JES'an. Çiyanşen, anî ziman ku hemû jinên gund bêyî bêjin baran, şilî û herî ye nobedê digirin û got: "hejîr, zeytûn û kestaneyên li xaka me bi qasî zêr biqîmet in. Erdên me yên berdar hene. Divê JES li erdên berdar neyên çêkirin. Bi hezaran donim erdên me tune ne. 5-10 donim e û em pê zarokên xwe xwedî dikin û didin xwendin. Em pê debara xwe dikin. Em cotkar in. Em hildiberînin. Bila kes dest nede erdên me. rayedar bêdeng in, lê ji bo bibihîssin em ê dengê xwe bilindtir bikin. Heke bivê em ê biçin li ber Meclîsê jî konê xwe vedin. Ev erd ji kalikê kalikê me ji me re maye. Nifşek li ser van axan mezin dibe, lê dixwazin bi JES'an desteser bikin. Em ê axa xwe nedin wan." 
 
Şêniya taxê Zehra Dogrûl jî, destnîşan kir ku divê hemû rayedar li hemberî JES'an rabin ser piya. Dogrûl diyar kir ku hunguv ji deşta wan dibare û got: "64 salî me û 64 sal in li vê xakê hildiberînim. Mal û milkê min tune ye, lê ji bo pêşeroja zarok û enviyên xwe dixebitim. Pêşî bila tenduristiya min baş be, paşê hilberîn. Her derê vî bajarî talan dikin. JES'ê heyî pira zirarê didin, nexwe dê bi ya nû temamiya Aydinê biqede. Berê JES dihatin çêkirin em bêdeng bûn. Lê paşê me dît ku dê dest deynin ser mal û milkên me jî, dê me jehrî bikin. Loma em rabûn ser piya. Em ê xwedî li axa xwe, av û hewaya xwe derkevin." 
 
MA / Ruken Demir