Texrîbata li heskîfê her diçe zêdetir dibe

img

ÊLIH – Li Heskîfa ku dê di bin bendavê de bimîne, dîwarên keleha dîrokî bi betonê tên girtin. 

Li Heskîfê ku xwedî dîrokeke 12 hezar salan e û dê di bin Bendava Ilisûyê de bimîne, rûxandin dewam dike. Ji bo bendaveke temenê wê 50 sal in, bajarê dîrokî gav bi gav tê tunekirin. Heta niha li Heskîfê Tibeya Zeynel Beg, Hemam Artûklûyê û Tekeya Îmam Abdullah hatine veguhastin. Her wiha kar û barên veguhastina Mizgefta Siltan Sulêman û El-Rizq jî didomin. 
 
Li Çiyayê Ramanê her roj dînamît tên teqandin û bi zinarên tên jêkirin, paralelî Çemê Dîcleyê setek tê çêkirin û dîwarên vê setê hindik maye bigihîje dîwarên kelehê. 
 
DÊ MIZGEFTA DÎROKÎ BÊ TUNEKIRIN 
 
Karên veguhastina ji bo mizgefta dîrokî Mizgefta Siltan Silêman ku di dema Eyyûbiyan de hatiye çêkirin jî didome. Kevirên minareyê yeko yeko hatin jêkirin û di dema veguhastinê de nehat hînbûn ku ka minare çiqas hatiye texrîbkirin. Di dema veguhastina Tirbeya Zeynel Begê de tirbe texrîb bibû. Dema karker li ser minareyê dixebitîn, dîmenên wan hat kişandin û di wan dîmenan de tê dîtin ku bi awayekî rasthatinî bi bivir û çakûçan çawa li minareyê dixin. Dê minareya Mizgefta El-Rizqê jî bi heman awayî bê veguhastin. 
 
BI BETONÊ DÎWARÊN KELEHÊ TÊN GIRTIN 
 
Lê belê texrîbata herî mezin jî di dîwarê keleha dîrokî de pêk tên. Bilindahiya seta ku tê çêkirin gihaşt bilindahiya dîwarên kelehê. Bi vî awayî dîmenên Çemê Dîcleyê winda dibin. Her ku set digihêje dîwarê kelehê, keleh winda dibe. 
 
MA / Metin Yoksu