Şêniyên Kizilcakoyê li dijî JES'ê nobetê digirin

img

AYDIN - Welatiyên Gundê Kizilcakoy ê Navçeya Efelerê ya Aydinê li dijî avakirina JES'ê nobetê digirin. Endama AYÇEP'ê Gonul Hastaoglu ku piştgiriyê dide welatiyan diyar kir ku ava ji Sondajê derdixin dişînin qanalê avdaniyê û tev li Çemê Menderesê dibe. Welatî Emîne Karaz jî anî ziman ku Rayedarên Enqereyê soza 145 JES'an daye fîrmayên JES'ê û fîrma hêza xwe ji Enqereyê distînin. 

Welatiyên Gundê Kizilcakoy ê Navçeya Efelerê ya Aydinê li dijî avakirina Santralên Enerjiyê yên Jeotermalê (JES), nobetê digirin. Welatî ji bo fîrma santralan ava nekin nobetê digirin. Welatiyên ku nobetê digirin gelek caran rastî mudaxaleya cendirmeyan tên. Welatî di pêşengiya jinê de li herêmê kon vedane û li konan nobetê digirin. Welatiya 40 salî ya Gundê Kizilcakoyê Emine Karaz, diyar kir ku li ser ekolojiyê xebatê dike û wiha got: "Li hemû navçeyên Aydinê bi lez xebatên jeotermalê dikin. Bi van santralan xezayê qirêj dikin. Hewa û ava bajar qirêj dikin. Ji ber vê yekê nexweşî belav dibin. Li Tirkiye di salên 2010-2013'an de dema rêjeya pençeşêrê ji sedî 18 bû, wê demê li Aydinê ev rêje ji sedî 42 bû. Li Nêzî çemê Menderesê nexweşiya pençeşêrê zêdetir e. JES pêşeroja me tune dike. Rayedar dixwazin em vir terk bikin. Rayedarên Enqereyê soza 145 JES'ê dane fîrmayên JES'ê. Ev yek dê Aydinê talan û wêran bike. " 
 
HETA DAWÎ EMÊ TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN
 
Karaz, anî ziman ku welatiyên kon vedan û nobetê digirin rastî êrîşa cendirmeyan tê û wiha lê zêde kir: "Cendirmeyan hat konên me rakirin û destûr nedan em nobetê bigirin. Cendirme diyar dikin ku Walî destûr nade. Em dê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin. Karaz, anî ziman ku pêdiviya Tirkiye ji JES’an tune û xwest her kes ji bo pêşeroja zarokên xwe li dijî JES'an derkevin. 
 
Şêniya Gund a 70 salî Emir Ayşe Uysal jî anî ziman ku ew li vir çandiniyê dikin û wiha got: "Em li vir darên Hejîr, Zeytûn û Tirî diçînin. Em bi çandiniyê debara xwe dikin. Piştî JES'an darên hejîr, zeytûn û tirî hişk bûn. 
Ji ber JES'ê em nikarin li malê xwe bijîn. JES zerarê dide her tiştê me. 
 
Endama AYÇEP'ê Gonul Hastaoglu ku piştgiriyê dide welatiyan diyar kir ku ava ji Sondajê derdixin dişînin qanalê avdaniyê û tev li Çemê Menderesê dibe û wiha got: "Bajar dikin qurbana JES’an. Xaza rodan a metalan tev li hewayê dibe. Ev metal heta 41 rojan tev li hewayê dibin û li jor dimînin. 41 roj şûnde dadikevin xwar û tev li axê dibin. Hem hewa hem jî ax qirêj dibe. Xebatên JES'ê ji bo ax, hewa û tenduristiyê pir zerar e. 
 
MA / Ruken Demir – Ayşe Surme