Pira Cendereyê dikin qurbana HES'ê

img
SEMSÛR - Dînamîtên ji bo porjeya HES'ê ya Karakûşê ku li ser Çemê Kolikê tê çêkirin tên teqandin, zirarê dide Pira Cendere ya dîrokî û gorên bîrdariyî yên Karakûşê. 
  
Dînamîtên ji bo projeya HES'ê ya Karakûşê ku li ser Çemê Kolika Semsûrê tê çêkirin tên teqandin, zirarê didin Pira Cendere ya dîrokî û gorên bîrdariyî yên Karakûşê. Înşeata HES'ê 15 kîlometreyn dûrî Çiyayê Nemrûdê, 5 kîlometreyan dûrî gorên bîrdariyî yên Karakûşê û 3 kîlometreyan dûrî Pira Cendere ya dîrokî ye. 
 
DIBE KU XERA BIBE
 
Pira Cendereyê ya dîrokî xwedî rabirdûyeke hezar û 900 salî ye û ji ber dînamîtên tên teqadin diheje û ji be vê ji çûnhatinê re hatiye girtin. Ji ber ku pir li ser Çemê Cebdereyê ye, wek Pira Cendere tê bilêvkirin û mirov ji bo geştê diçin cem wê. Ji ber vê hema bêje herêm veguheriye çopgehê. 
 
Ji kesên ji bo geştê çûne herêma cem pirê Cafer Kaygisiz, derpêş kir ku sedema qirêjiya herêmê şaredarî ye. Kaygisiz, anî ziman ku divê şaredarî hay ji bê herêma dîrokî hebe û got: "Divê şaredarî derdora vê qadê sererast bikirana. Ji bo pîknîkê tenekeyên çopê, cihê manqeran û tuwalet çêbikirane. Lê belê ji vana yek jî nehatiye çêkirin." 
 
GORÊN BÎRDARIYÎ JÎ TUNE DIBIN 
 
Her wiha gorên bîrdariyî yên Karakûşê jî ji ber projeya HES'ê zirarê dibînin. Gorên bîrdariyî yên Karakûşa ku li têketina Çiyayê Nemrûdê ne û ji dema Qiraliyeta Kommangeneyê mane, goristaneke aîdî malbata Qiraliyeta Kommangeneyê ye. Ji bo vê qada dîrokî jî tu tevdîr nehatine girtin û ji ber teqînan sutûnên li dor qaddê texrîb bûne. Qismek peykerê şêr ê li erdê şikiyaye û tê diyarkirin ku ev yek ji ber dînamîtên ji bo projeya HES'ê tên teqandin pêk hatiye. 
 
JI BER DÎNAMÎTAN DIHEJE
 
Hat diyarkirin ku li vê qada dîrokî defînegeran gelek dever kolane û paşê koncal bi xîçê hatiye tijekirin. Ji ber dînamîtên tên teqandin hema bêje hemû qad diheje û ji ber vê sutûnên gorên bîrdariyî dihejin û texrîb dibin.
 
Welatiyekî nexwest navê xwe bêje û li qada gorên bîrdariyî çayxaneya wî heye got: "Em xwedî li dîroka xwe dernakevin. Kî tê vê qada dîrokî zirarê didê. Rayedaran ji bo vê tu tevdîr negirtine. Bi ser de jî her roj dînamît tên teqandin. Ma mirov li qadeke dîrokî HES'ê çêdike? Lê dewlet ne ji bo zîndekirina dîroka xwe, ji bo tunekirina wê tev digere. Divê ev qad bên parastin. Divê tevdîr bên girtin da mirov zirarê nedin peykeran û divê demildest dawî li înşeata HES'ê bê." 
 
MA / Erdogan Alayumat