‘Li herêma şewatê yekîneyên veşartî hene’

img
DERSIM – Eskereên Qereqola Gokçek destûr nedan koma dildaran biçin şewata li Newala Roj bivemirînin. Eskeren ji dildaran re got: “Li herêmê yekîneyên me veşartî hene. Em bixwazin jî em nikarin ewlehiya canê we bigirin.” 
 
Şewata li Newala Roj a girêdayi navenda Dersimê ya ji ber bombebarana hewayî derketibû dewam dike. Bi rojan e li Newala Roj şewat didome û destûr nayê dayîn mudaxeleyî şewatê bê kirin. Her wiha saziyên fermî yên dewletê jî heta niha mudaxeleyî şewatê nekirine. 
 
‘LI HERÊMA ŞEWATÊ YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ HENE’ 
 
Komek dildar serê sibê ji bo mudaxeleyî şewatê bikin ber bi herêmê ve derketin rê. Koma dildaran ji Qereqola Gokçek re ragihandin ku ew ê biçin herêma şewatê. Eskeran ji dildaran re got li cihê şewatê herêma operasyonê ye, bi tu awayî nikarin ewlehiya canê wan bigirin, yekîneyên wan veşartî li herêmê ne û ew ê nikaribin bikevin pêşiya tiştek biqewime. 
 
‘MUDAXELEYEK NAYÊ KIRIN’ 
 
Dildarê xwezayê Haydar Çetînkaya got: “Bila hemû dinya viya wisa dizanibe, Newala Roj a Dersimê 5 roj in dişewite. Mudaxeleyek jî nehatiye kirin. Bi hinceta ewlehiyê destûra mudaxeleyê nayê dayîn. Me xwest em bê destûr biçin herêmê. Lê mixabin ji ber xetereya rewşa ewlehiya can em neçar man vegerin. Bêyî mudaxele em bikin vegeriyan, ji ber vê yekê jî em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin.” 
 
‘ERDNÎGARIYEK TUNE DIBE’ 
 
Çetînkaya anî ziman ku lazim e mudaxeleyî şewatê bê kirin û got: “Em vê diyar bikin, ev wisa nabe. Divê teqez astengiyên qanûnî rabin û demildest bi balafirên vemirandinê mudaxeleyî şewatê bê kirin. Erdnîgariyek dişewite û tune dibe. Hêj hinek derdikevin dibêjin ‘şewat nîne hatiye vemirandin. Dixwazin wisa raya giştî bixapînin.”